'Ez bi rihekî ku jiyana komînal biparêzim pez xwedî dikim'

  • 09:01 13 Hezîran 2020
  • Ked/Aborî
Ronîda Hacî 
 
HESEKÊ - Jina Ereb a bi navê Ayşa Emîn a ku pez xwedî dike anî ziman ku dema ew pez xwedî dike xwe bextewar hês dike û wiha got:"Jiyana bê xwedîkirina pez ji min re bê wate tê. Kedîkirina pez yek ji çanda me ya resen e."
 
Dema em li jiyana gundan dinihêrin em rihê jiyaneke komînal em dibînin. Ya ku rihê jiyana komînal diparêzin jî jin bi xwe ne. Yek ji jina ku vê çandê didomîne jina Ereba a bi navê Ayşa Emîn e. Ayşayê da zanîn ku ew gelekî girîngiyê dide jiyana hevpar û wiha got:"Ez ji jiyana gund pir hez dikim. Li vir ez bi rihekî ku jiyana komînal biparêzim pez xwedî dikim."
 
'Dengê zingila wan ji bo min bi wate ye'
 
Ayşa yê teqez kir ku jiyana gund bi xwedîkirina pez xweş û geş dibe û wiha got: "Ji biçûkaniya min de me pez xwedî dikir, hemû şêniyên li vir pez xwedî dikin. Em bi hev re alîkar dibin û pezê xwe dixin nav hev û dişînin nava erdan û em wan diçêrînin. Li gel min 33 pez hene dema em wan vedigerînin malê li ser dengê zingilê wan hîs dikim û diçim pêşiya wan da ku ez avê bidim wan. Dema dengê zingila wan tê min ez kêfxweş dibim. Min zarokên xwe bi xwedîkirina pez mezin kir."
 
'Kirîza aborî, bi keda jinan bandorê li kesên gundan dijîn nake'
 
Ayşayê di dewama axaftina xwe de balkişand ser xêr û bêra pez û wiha pê de çû: "Yên ku di dema îro de pezê wan hebin pir bi siûd in. Em baş jê sûd digirin. Mast, şîr, penêr, rûn û hiriya wan jî bi sûd in. Em di rewşek zehmet re derbas dibin, di kirîza aborî de derbas dibin, lê ev kirîz bi keda jinên gund zêde bandor li kesên gundan dijîn nake. Ji ber ku pêwistiyên jiyanî em xwe bi xwe herî zêde peyda dikin. Em pez xwedî dikin, nan lê dixin, fêkiyên xwe diçînin. Loma em di warê debarê de jî barê malbata xwe sivik dikin."
 
'Jiyana gund xweş e'
 
Ayşayê da zanîn ku jiyana gund ji ya bajaran xweştir e û wiha domand: "Di seharê de hemû jin radibin diçin ser kar. Em li yên ku pezê xwe didoşe, yê nan lê dixe û yê di nava baxçeyên xwe de kar dike rast tên. Li jiyana gundan rihê alîkarî, hezkirin, bayê paqij û kedîkirina lawir û çandiniyê li pêş e, ji bo wê çiqas kirîza aborî hebe kesên li gundan dijîn, dikarin vê kirîzê derbas bikin ji ber ku gelek rêbaz hene dikarin tê de debara xwe bikin û jê sûd bigirin. Em li gorî pêwistiyên xwe mast, penêr, rûn çêdikin û yê din jî em difroşin û bi vî rengî em jiyana xwe didomînin. Ez bang li hemû jinan dikim ku bi rihê alîkariyê li gorî derfetên xwe baxçeyan biçînin, nanê xwe lê bixin û rê li ber krîza aborî bigirin."