Barê giran jin hildigirin

  • 09:13 11 Hezîran 2020
  • Ked/Aborî
MÊRDÎN - Li gundên Mêrdînê dest bi çinîna genim hat kirin û jinên ji bo zivistanê pûş kom dikin, barê herî giran hildigirin.
 
Li deşta Mêrdînê bi hatina havînê re berhem tên komkirin. Piştî berheman, jin çewalên xwe tije ka dikin û barê herî giran dîsa ew hildigirin.
 
‘Em bi saetan di bin rojê de disekinin’
 
Aysel Dînç a li gundê Giremîra a Nisêbîna Mêrdînê dijî, her sal ji bo sewalên xwe di vê pêvajoyê de pûşê li ser erdan dimîne kom dike. Aysel di bin germahiya mezin de bi saetan çewalên xwe tije dike û got: “Ewil maşîne genim digirin. Piştre ka wê dimîne. Du sê traktor tên vala dikin. Em jî çewalên xwe tije dikin. Em bi saetan li ser erdan dimînin. Karekî zehmet e.”
 
‘Beşa zehmet ji me re dimîne’
 
Ayselê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku beşa herî giran a komkirina berhem, komkirina kayê ye û got: “Ji bo sewalên me zivistanê birçî nemînin em kayê kom dikin. Yên vî karî dikin û pere qezenc dikin jî hene. Lê em ji bo sewalên xwe kom dikin. Em kom dikin û dibin axurên xwe. Em kom nekin wê sewalên me birçî bimînin.”