Li Mêrdînê dema komkirina gêlasan e

  • 10:14 8 Hezîran 2020
  • Ked/Aborî
MÊRDÎN - Li Mêrdînê bi hatina demsala havînê re, gêlas jî gihiştin. Jinan dest bi komkirina gêlasan kirin, lê ji ber şert û mercên hewayê yên îsal berhem jî kêm e.
 
Li Deşta Mêrdînê bi hatina havînê re sezona fêkiyan jî dest pê kir. Li bajar yek ji fêkiyên ku herî zêde digihêje gêlas e û niha li ser tezgahan cihên xwe girtine. Gêlas hema hema li hemû navçeye û gundên Mêrdînê li hemû baxçeyan digihêje û di heman demê de jî çavkaniya debara welatiyane. Her wiha gîhandina gêlasê jî ked û demek dirêj dixwaze. Îsal ji ber ba û baranê berhem kêm e û komkirina wê jî dîsa li ser milê jinan e.
 
Fakriye Amak diyar kir ku ku ew gêlasên baxçeyê xwe kom dike û wiha got: “Em her sal di meha hezîranê de kom dikin. Em zivistanê derman dikin, lê dinêrin. Gêlasên vir gelek navdarin. Ji vir kom dikin û dibin her derê. Her sal em jin kom dikin. Em bi saetan di bin tîrêjên rojê de dimînin û satilan tije dikin. Berê gêlasên me zêde bûn. Îsal ji ber baran û ba kêm bû. Salên ku berhem zêdebûn, bi firotana wan qezencek baş digirtin û got ji ber îsal berhem kêm e nikarin bifroşin."
 
Gulşîrîn Amak jî yek ji jinên ku gêlasan kom dike ye. Wê jî da zanîn ku îsal berhem kêm e û ji bo firotanê tune û wiha dawî lê anî: “Piranî em jin tên vir û kom dikin. Em kedek mezin didin lê beramberê nagirin. Zor û zehmet be jî, bi baxçeyan re mijûlbûn gelek xweş e.”