Esnafên Amedê: Em bi her awayî zerarê dikin

  • 10:12 8 Hezîran 2020
  • Ked/Aborî
Medya Uren
 
AMED - Piştî destpêkirina pêvajoya asayîbûnê esnafan dikanên xwe vekirin û derbasê ser karê xwe bûn. Esnaf hem li hemberî vîrûsa koronayê û hem jî li hemberî qeyrana aboriyê bi fikar in. Esnafên jin ên Amedê dijîn gotin: "Di pêvajoya tedbîran de deynê me zêde bû û niha jî kargeh vebûn lê muşterî nayên. Em bi her awayî zerarê dikin divê hikûmet alîkarî bide esnafan."
 
Tedbîrên ku li dijî belavbûna vîrûsa koronayê hatî girtin piştî 1'ê hezîranê yek bi yek hatin rakirin û pêvajoya asayîbûnê hat destpêkirin. Ligel destpêkirina pêvajoya asayîbûnê pirsgirêkên ku di pêvajoya tedbîran de kombûne yek bi yek derdiketin holê. Esnafên ku dikanê xwe girtibûn niha yek bi yek vedikin, lê belê têrnekirina dezenfektekirina kargehan û nehatina muşteriyan bandoreke neyînî li ser esnafan dike. Me mîkrofona xwe dirêjî esnafên Amedê kir û me xwest em pirsgirêkên wan ji raya giştî re ragihînin. 
 
Meral Samanci li Rezana Amedê kuaforiyê dike û di pêvajoya vîrûsa koronayê de dikana wê girtî bû. Meral di vê pêvajoyê de bi pirsgirêka aboriyê re rûbirû ma. Meral, pêvajoya vîrûsê wiha şîrove kir: "Ev pêvajoya bandorê li hemû esnafan kir. Nêzî 3 mehan kar nehat kirin û ev tişt rewşeke gelek zehmet derxist holê û bi taybetî jî me nekarî em kireya dikana xwe bidin. Lê belê niha jî pêvajoya asayîbûnê hat destpêkirin. Ji bo tenduristiyê me hîn tedbîr girtin. Ji ber taybetmendiya karê me, em temasê kesan dikin. Ev tişt ji bo me xetereyeke mezin e. Lê em neçarin ku bixebitin. Ji ber ewlehiya kesan em nikarin zêde muşteriyan jî bigirin. 
 
‘Divê hikûmet alîkariyê bide esnafan' 
 
Meral, bal kişand ser pêvajoya asayîbûnê û wiha bi lêv kir: "Jiyana me di metirsiyê de ye. Bi pêvajoya asayîbûnê re ji bo ewlehiyê li firoşgehan xebatên dezenfekteyê hatin kirin û test hatin kirin lê belê ev tişt têr nakin. Ji despêka pêvajoya asayîbûnê heta îro em li gorî derfetên xwe tedbîran digirin. Niha pêdiviyên maske û xewliyên yek car werin bikaranîn û gelek amûrên din ji me re dibin mesreftek din. Di vê helê de divê hikûmet alîkariyek bide esnafan. Xebata me ya niha çend bi ewleye di hêla tenduristiyê de ne diyar e. Her wiha niha hejmara muşteriyên me jî gelek kêm e û ev tişt jî ji bo me xetere ye." 
 
‘Kargeh vebûn lê niha jî muşterî nayên'
 
Fatma Yilmaz li Ofîsa Yenîşehîra Amedê li xwaringehê dixebite û ji ajansa me re qala pirsgirêkên xwe yên demên boriyê derketin holê kir. Fatma wiha dest bi axaftina xwe kir: "Ez li vir xwarinê çêdikim. Ev demek dirêje ji ber vîrûsa koronayê em naxebitîn. Ev tişt bû sedema derketina pirsgirêka aboriyê. Niha me dest bi kar kir, lê belê tiştek neguherî ji ber ku muşterî nayên. Ev tişt ji bo me pirsgirêk e û em niha jî bi aboriya xirab re hewl didin bijîn."
 
Fatma, di axaftina xwe de bal kişand ser dezenfekteya xwaringehê û got: "Her wiha divê kargeh û xwaringeh ji hêla şaredariyê ve bi pergalî bên dezenfektekirin. Lê heya niha me xizmeteke wisa nedît. Em her tişt li gorî derfetên xwe dikin. Ji bo em xwe biparêzin em maske, lepik û dezenfektan bi kartînin. Em li xwaringehê li gorî rêzikan tevdigerin lê têr nake divê welatî hemû li gorî rêzikan tevbigerin."