Li herêma Colemêrgê penîrê bi giya bi destên jinan tê çêkirin

  • 09:06 7 Hezîran 2020
  • Ked/Aborî
Zeynep Durgut
 
COLEMÊRG - Li gel  hatina demsala bihar û havînê li herêmê jinan dest bi çêkirina  penîrê bi giya  kir. Adîle Ecer a ku hilbirîna penîr dike diyar kir ku wan îsal ji pez sûd negirt û got:" Berê me rojê 3-4 bîdon şîr dianîn malê. Lê ji ber qedexekirina zozanan em nikarîn pez  bibin û ji ber vê jî cihê ku pez lê biçêre tune ye."
 
Bi hatina biharê re û havînê  ji şîrê pezê ku mehên demsala bi har û havînan  tê bidestxistin penîrê bi giya tê çêkirin. Penîrê ku bi taybetî di mehên biharê de bi destê jinan tê çêkirin tama wî ji ya penîrên din cudatir e û bi tamtir e. Di nava vî penîrî de giyayên ku derman in û bi tam tên bikaranîn. Ji van giyayan herî zêde  giyayên wekî siyabo, pung,mendê, heliz û sîrîk ên wekî nebatên şîfayê tên zanîn tên bikaranîn.    Li herêmê  bi dehan cûreyên penîr tên çêkirin lê cûreya wê ya herî navdar û bi zehmet bêgûman penîrê bi giya ye. Penîr û mastê ku tê ser sifreyên me bi kedek mezin tê berhevkirin. Berî ku mast çêdikin, şîr li ser agir tê kelandin. Ev penîrê bi tam bi destê jinan tê çêkirin.
 
Li gundê Aşûtê yê girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê jî jinan dest bi çêkirina penîrê bi giya kirin. Adîle Ecer ya ku bi salane penîr çêdike diyar kir ku  çêkîrina penîr pir zehmete û anî ziman ku  bi qasî par îsal ewqas penîr nehat çêkirin û got ku qedexekirina zozanan ew neyînî bi bandor kirine.
 
Çêkirina penîr
 
Adîleyê di berdewamiya axaftina xwe de wiha qala çêkirina penîr kir:" Her serê sibehê em diçîn pez doşîn. Ji pezê ku derdikevin çêrê û tên em şîr digirin û şîrê wan diparzinînin û haveyn dikin û  derdora 2 seatan  dinuxumînin û dûv re  em derdixin dibe qalibê penîr.Pişt em teşeyê dawîn didin penîrê xwe û amde dibe. Kesên  ku penîrê wan zêde ye dibin bajêr difiroşin. "
 
'Penîr bereketa sifreyên me ye'
 
Adîleyê bi domdarî anî ziman ku  li herêmê di  demsala zivistanê de bereketa sifreyan penîre û wiha domand:" Em ava penîr dikelînin û ji wî lork çêdikin. Ji bo demsala zivistanê em penîrê çêdikin dikîn bîdonan û di bin axê de vedişerin. Ev rêbaz penîr bi tamtir dike. Heta demsala zivistanê diqede, em penîrê bi giya ji ser sifreyên xwe kêm nakîn. Di heman demê  de zivistanan penîr  bereketa sifreya me ye. Li cem me hebûna şîr wekî bereket tên dîtin. Ji ber vê yekê, ger penîr,mast hwd. Li ser sifreyan hebe, li ser wê sifreyê jî bereket heye."
 
'Me îsal ji pez  encamek baş negirt'
 
Adîleyê di dawiya axaftina xwe de, da zanîn ku îsal ji ber qedexeyên heyî wan tu sûd ji pez negirt û wiha axaftina xwe bi dawî kir:"  Berê  me rojê 3-4 bîdon şîr  dianî malê. Lê ji ber qedexekirina zozanan em nikarîn pez  bibin û ji ber vê jî pez baş naçêre. Em carna tenê nîv bîdon şîr ji pezê xwe digirin.  Me îsal ji pez  fêdeyek baş nedît."