Ajokara patosê Kesandira:Israra pêkanîna xeyalên min veguherî hêzeke xurt

  • 09:04 6 Hezîran 2020
  • Ked/Aborî
Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Jina Aşûr a bi navê Kesandira Bûlis a ku ajokara patosê ye û di heman demê de temîrê jî dike, diyar kir ku wê li dijî qalibên di binhişiya civakê de bi cih bûye her têkoşîn kiriye û wiha got:"Ez û bavê xwe bi hev re derdikevin nava zeviyên xwe û bi patosa xwe  em berhemên erdên xwe diçinin. Li hember adetên civakê min têkoşîn kir û xeyalên xwe pêk anîn."
 
Paşverûtiya civakan her dem ji xeyalên jinan re bûye asteng. Jinan her dem li dijî vê paşverûtiyê li berxwe dane û hewil dane ku xeyalên xwe pêk bînin. Dema ku jin xeyalên xwe pêk tîne hîn bêtir bedewtir dibe û eşqa di hundirê wê de roj bi roj mezin dibe. Yek ji jinên xeyalên xwe pêk aniye û li dijî zihniyeta baviksalarî serî hildaye ajokara patosê Kesandira Bûlis a 20 salî û ji Gundê Til Mesas a Navçeya Til Temirê ye. Ev 4 sal in patosê diajo û erdê xwe diçîne û niha bi vê  xebata xwe alîkariya malbata xwe dike. Kesandira di heman demê de tamîratê jî dike. Têkildarî vê mijarê Kesandira ji Ajansa me re axivî û behsa xebata xwe ya ajotina patosê kir.
 
'Di kûrahiya dilê her zindiyekê/î de hunerek heye'
 
Kesandira wiha dest bi gotina xwe kir: "Di kûrahiya dilê her zindiyekê/î de hunerek heye. Hunera min fêrbûna tiştên ku ji hesin tên çêkirin e. Mîna ajotina  motosiklêt, tereqtor, otomobîl, herî dawî jî ez fêrî ajotin û temîrkirina patosê bûme. Yê ku piştgirî  di vê xebatê de dida min jî bavê min bû. Ji ber ji zaroktiya xwe de  ez bi bavê xwe re digerim û min fêrî pir karên  ku bi piranî mêr dikin, kir da ku ji civakê re bide îspatkirin ku jin jî dikare her karî bike. "
 
'Şerê li Sûriyeyê bû sedema rawestandina xwendina min'
 
Kesandira bal kişand ser sedema dûrbûna xwe ya ji xwendin û dibistanê û wiha domand: "Di dibistanê de ez pir zîrek bûm, lê mixabin şerê Sûriyeyê dest pê kir û ez ji xwendina xwe bêpar mam. Pêwîst bû ku niha ez zanîngehê bixwînim, lê çênebû. Çend caran malbata min gotin em ê biçin Ewistiraliyayê û min qebûl nekir, ji ber gundê me pir xweş e.  Bêhneke azad li vir nadim bi koletiya welatê xerîbiyê."
 
'Israra pêkanîna xeyalên min veguherî hêzeke xurt'
 
Kesandirayê bal kişand ser adetên civakê yên ku jinan kole dikin û têkoşîna jinê ya li hember vê yekê û wiha pê de çû:  "Rêzdariya min ji adetên civakê re heye, lê adetên ku maf û îradeya jinê tê de binpê dibe ew nabe. Ez wekî jineke ciwan a Aşûrî min li hember hemû adetên civakê têkoşîn kir û bêdeng jî nemam, ji bo wê ez fêrî ajotina tereqtor û patosê bûm. Ez rastî pir gotinên  çewt ên ji  mirovên civaka xwe hatim, lê armanca  ku min dabû pêşiya xwe ji van gotinan mezintir bûn. Min dikarîbû xweşikbûneke cuda bidim ked û xebata jinê û israra pêkanîna xeyalên min veguherî hêzeke xurt. "
 
'Her sal ez û bavê xwe bi patosê berhemên zeviyên xwe diçinin'
 
Kesandirayê diyar kir ku her sal ew û bavê xwe erdê xwe diçinin û wiha dom kir :"Ev çar sal in ez û bavê xwe bi hev re derdikevin nava zeviyê xwe û bi patosa xwe  em berhemên erdê xwe diçinin. Em alîkariya hev dikin, bi hev re jî diwestin lê dema ku berhemê me baş dertê keyfa me her duyan  tê.  Adet û hişmendiya baviksalarî rê li ber pêşketina jinê digire û nahêle ku hunera xwe derxîne holê û bi rastiya heyî re bihûne, lê bavê min ev hişmendî di kesayeta min de di mêjiyê xwe de şikand."
 
'Ajotina alavên cotkariyê ne tenê karê mêran, karê jinan e jî'
 
Kesandirayê bal kişand ser karê ku jin dikare bike û wiha dewam kir: "Karê ajotin û temîra motorsikletê, tereqtor, otomobîl, patos û hemû alavên cotkariyê ne tenê karê mêran e, di heman demê de karê jina ye jî.Em jin jî heta asteke bilind dikarin karê giran û zehmet bikin."
 
'Bi têkoşînê kelem bi dawî dibin û xeyal pêk tên'
 
Kesandirayê wekî jineke aşûrî bang li tevahî jinan kir ku di bin zexta hişmendiya baviksalarî de nemînin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Jin dikare tiştên ku nabe bike û ji tunebûnê hebûnê biafirîne. Ev ne tenê gotin e, bi rastî jî jin dikarin pir kelemên di rêya xwe de bi israrê derbas bikin. Niha êdî dem hatiye ku xwewn û xeyalên xwe pêk bînin. Di jiyanê de her roj derfet nînin, ji derfetên ber destê xwe sûdê bigirin."