Kooperatîfa Jinan a Licê ji bo jinan bû qada îstihdamê

  • 09:08 26 Gulan 2020
  • Ked/Aborî
Şehrîban Aslan
 
AMED - “Kooperatîfa Jinan a Licê” ku ji aliye jinên kedkarên malê yên Licêyî ve hat vekirin, hem ji jinan re qada îstîhdamê vekir û hem jî bû mînaka piştevaniya jinê.  
 
“Kooperatîfa Jinan a Licê” ku di sala 2019’an de ji aliye pênc jinên kedkarên malê ve hat vekirin ji bo gelek jinan bû qada îstihdamê. Di destpêka vekirina kooparatîfê de jinan bi sebzeyên ku hişk kirin, çêkirina turşiyê, reçel, ava firingiyan, îsotan û qeliya çêkirin dest bi kar kirin. Jinên ku piştre di qada tekstîlê û berhemên şîr de xebat dan meşandin diyar kirin ku berhemên wan ji derveyî welat jî hatine xwestin.
 
‘Em jin dikarin her karî bikin’
 
Nesrîn Bahar a ku li kooperatîfê dixebite diyar kir ku ji bo dot kui warê aborî de azad bin kooperatîfa jinê ava kirine.  Nesrînê diyar kir ku ew hem li dixebitin û hem jî berpirsiyariya xwe ya li malê bi cih tînin û got ku hêza jinan a dikarin her karî bikin heye.
 
‘Em ji Licê û gundên wê xureka ji me re lazime peyda dikin’
 
Seroka Kooperatîfa Jinan a Licê Bedriye Dolak jî got ku kooperatif ji alyê jinan ve hatiye avakirin lê di warê kar û xebatê de ew jin û mêr bi hev re dixebitin.  Bedriyeyê, anî ziman ku di warê îstihdamkirinê de jî ew di serî de jinan tercih dikin û got: “ Me xebatên xwe yên kooperatîfê bi sebzeye ku me hişk kir dan destpêkirin û me bi turş, reçel û qeliya ku çêkir xebatên xwe berdewam kirin. Me pîvazên şîn çandin û me li bazaran firotin. Xureka  ku pêdiviya me pê heye em ji Licê û gundên wê peyda dikin û em li gorî demsalê hilberînê dikin. Em niha hilberîna xwe berdewam dikin.” 
 
‘Em ji gundên cuda şîr dikirin’
 
Bedriyeyê di berdewamiya axaftina xwe de got ku wan di qada tekstîlê de jî bi çêkirina çenteyan dest bi hilberînê kiriye û bi hilberîna kincan karê xwe berdewam kirin. Bedriyeyê got ku ji derveyî wat jî çenteyên çêkirine hatine xwestin û wiha berdewam kir: “ Niha di destên me de berdilkên ku tenê carekê tên bikaranîn hene.  Ji ber kêmbûna makîneyan û ji ber ramazanê hilberîna me ya berdilkan niha daketiye û em rojê 400 lib berdilk hildiberînin. Lê di demên pêş de em ê hilberîna xwe zêde bikin.  Me bi şîr û berhemên şîr hilberîna xwe berdewam kir û niha her cureyê penîrê me mast û şîrê me heye. Em ji gundên cuda cuda rojê 300 lître şîr kom dikin.” 
 
‘Aarmanca me îstihdamkirina jinê ye’
 
Bedriyeyê got ku armanca wan zêdetir vekirina qada xebatê ya ji bo jinê ye, ew dixwazin ku îspat bikin jin çiqas serkeftî ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Armanca kooperatîfa me ku em ji jinan re cihê îstihdamê vekin ku di warê aborî de azad bin.  Hemû jinên li kooperatîfê dixebitin kedkarên malê ne.”