Ji Desteya Jinan ji bo aboriya serbixwe projeyên rengîn

  • 09:01 26 Gulan 2020
  • Ked/Aborî
Berçem Cûdî
 
KOBANÊ - Bi projeyên Desteya Jinê, jin bûn xwedî aboriyeke serbixwe. Seroka Desteya Jin Firyaz Berkel, diyar kir ku projeyên ku hatin amadekirin li herêmê bûn modelek nû û tekane û got: "Cureyên projeyan rengekî cuda û balkêş dide civakê û bandora xwe li tevahî civakê dike. Bi projeyan jin dê bibin xwediyê aboriya serbixwe."  
 
Ji ber hişmendiya Rejîma Baasê û pergala eşîrtiyê li Rojavayê Kurdistanê li hemberî jinan nêzikatiyeke pir hişk hebû. Qadên ku jin bixebitin hatin bûn aşkerakirin wekî hemşîre û ango mamoste dikarin bixebitin. Lê piştî şoreşa 19'ê Tîrmeha 2012'an û bi avabûna Rêveberiya Xweser a Demokratîk, di hêla hişmendiyê de gelek guhertinên pêk hatin. Jin êdî çarçoveya jiyana xwe û xebata xwe ya li dervê berfireh kirin. 
 
Desteya Jin a Kobanê ji bo pêşxistina aboriya jinê gelek projeyên amadekirin. Projeya bi navê Vîna Jin weke projeya dirûnxane, projeya xwarinên hişk yên ji bo zivistan (Mûnê) û herî dawî jî di 7'ê Adara 2020'an de jî projeya Vîna Jin ya sebze û fêkiyan hatin amadekirin. Hemû proje ketin meriyetê. Cara yekem li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin bi firotina fêkî û sebzeyan re mijûl bûn. Her wiha piştî vê projeyê, li bajarê Amûdê yê herêma Cizîrê jî heman bazara sebzeyan hat vekirin û li vir jin dest bi xebatê kirin. Di vê çarçoveyê de ajansa me bi seroka Desteya Jin Firyaz Berkel re hevdîtin çêkir.
 
'Armanca me aboriya serbixwe ye' 
 
Firyazê wiha behsa armanca projeyan kir: "Me xwest di nava civakê de alîkariya aborî bidin jinan û bi vî rengî rêxistinbûna jinê ava bikin. Projeya Vîna Jin ji bo xizmeta jinane bi taybet û ji bo civakê jî bi giştî ye. Projeya me li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê modelek nû û tekane ye ku jin tê de cih digirin. Ji ber vê armanca me ya herî sereke jî jin bibin xwedî aboriyeke serbixwe û hewceyê kesîdin nebin." 
 
'Vîna Jin modeleke nû û balkêşe'
 
Firyazê diyar kirin ku ev model rengekî nû û balkêş daye civakê û wiha pê de çû: "Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi vîn û hêza xwe roleke girîng di pêşxistina aboriyê de dilîzin. Destkefiyên wê bûne mînak ji bo tevahî cîhanê. Em dibînin ku firoşgehên sebze û fêkiyan li bazaran hemû mêrin. Lê vê carê jin jî bi vê mijarê re mijûl dibin da ku diyar bikin tu cudahî di navbera herdû zayendan de tune ye. Her wiha em projeya bazara sebzeyan ya jinên Amûdê jî pîroz dikin ku ev cureyên projeyan rengekî cuda û balkêş dide civakê û bandora xwe li tevahî civakê dike." 
 
'Pirojeyê bala min kişand'
 
Her wiha Sîham Ebik ku di Vîna Jin de dixebite wiha axivî: "Piştî ku desteya jin proje amade kir, Vîna Jin gelekî bala min kişand û min berê xwe dayê. Ez di beşa firotanê de dixebitim û bi min re jineke din heye ku em di saet 07.00'an de heta 19.00'an kar dikin. Li bazarê em hewil didin şert û mercên her kesî ber çav bigirin. Herî zêde jin tên pêwistiyên xwe dikirin, ev tişt nîşan dide ku jin li vir rehet tevdigerin. Di dema pêş de em ê projeya xwe hîna berfirehtir bikin da ku em li gorî xwestekên gelê xwe tev bigerin."
 
'Jinan xwe di tevahî qadan de diyar kirin'
 
Sîham her dawî diyar kir ku piştî şoreşa Rojavayê Kurdistanê jin cihê xwe di kîjan qadê de bigire jî wê her dem bi serkeve û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Mebesta min ji vî karî ew e ku ez pişta xwe bidim keda xwe û pêwistiya xwe bi kesî nebînim. Civaka me bi zinhiyeta xwe ya zayendperest mijara ku jin di beşên kirîn û firotinê de kar bikin red dike. Bi taybet jî firotina sebze û fêkiyan tenê ji hêla mêran ve dihat kirin û ji bo jinan jî şerm bû. Lê piştî şoreşa Rojavayê Kurdistanê jinan dan diyarkirin ku cihê xwe di kîjan qadê de jî bigre wê bi serbikeve."