Jin pêdiviyên xwe yên zivistanê ji xwezayê pêşwazî dikin

  • 09:09 23 Gulan 2020
  • Ked/Aborî
Medya Uren
 
AMED - Li gundê Panemêrga  yê naveçeya Mîksê jin ji sere sibehê ve radibin û ji bo komkirina pincar berê xwe didin zozanan.  Jinên ku ji bo pincarê herî baş rêyek dirêj diçin û  xwe digihin cihên herî bilind yên zozanan, piştî komkirinê ji  bo amadekariya zivistanê wan giyan paqij dikin.
 
Di serê meha Gulanê de hêdî hêdî li zozanan  berf kêm dibe û giya gur dibe. Bi wê re jin dest bi komkirina pincar û amedekariyên zivistanê dikin. Ev li erdnîgariya  Kurdistanê weke çandeke ye.  Di van deman de jin berê roj derkeve dikev ser rêyên dur û xwezayê himbêz dikin. Jinên li gundê Panemêrga yê navçeya Mîksê ya Wanê  jî  ji bo komkirina pincar ber bi zozanên  ve dimeşin. Piştî komkirinê ji ew ji bo peynîr û xwarinê amadekariyê dikin. Nahîde Akbaşli ya ku hem bêrîvaniyê dike û hem jî pincar kom dike da zanîn ku ev demsal ji bo wan demsala herî xweş e. 
 
‘Em bi berbanga sibê re derdikevin rê’
 
Nahîde Akbaşli da zanîn ku ew tim di vê demsalê de karê komkirina pincar dikin û wiha axivî: “Em bi berbanga sibê re derdikevin rê, em bi meşê car caran jî em bi dewaran diçin cihên herî bilind yên zozanan, ji bo ku em pincarê herî xweşik bi dest bixin. Meşa di van cihên zahmet re û gihiştina bilindahiya çiyan çiqaz zehmet ji be kêfxweşiyek mezin dide me. Em fêr bûne ku em wan cihan nebînin ji me re dibe weke kêmasîyek.  Bêhn û hewaya wan çiya, komkirina giya jiyanê dide mirov. Ji xwe li gundan çalekî û gera herî xweş kare me ye. Dema em kar dikin em kare xwe bi coş dikin.”
 
‘Giyê van zozanan derman e’
 
Nahîde da zanîn ku ew  di demsala bihar û serê demsala havînê de gelek cure giya ji van zozanan kom dikin û wiha got: “Gelek cure giyayên weke, mendik, kirenk, siyabo, bizar û bukê em kom dikin. Ev weke dermanê xwezayî ji tên xwarin. Ji ber wê yekê jî bi qîmet e. Li rexa derman jî em ji bo amadekariya zivistanê hîna di biharê de dest bi kar dikin. Îro jî me pincar kom kir. Piştî rêyek dur em jin bi xebatek hevpar rûdinin pincarê ku me kom kiriye paqij dikin.  Em wan dixin bîdonan û pişre  hinekî  ji bo peynîr vediqetînin. Ji xwe li gundê me û li Wanê peynîrê bi giya gelek meşur e. Em hem bêrîvaniyê dikin û hem jî giya kom dikin. Dema me peynîrê xwe çêkir jî em dixin bin erdê. Payîz û zivistanê em derdixin û dixwin. Em gelek caran jî peynîrê xwe difiroşin. Giya û penîrê me weke nîşaneyek ya zozanên me ye. Bi qasî wan zozanan xweş çêdibin.”