'Dawî li cudakariya di navbera kedkaran de bînin!'

  • 16:46 21 Nîsan 2020
  • Ked/Aborî
STENBOL - Derbarê cudakariya di navbera kedkarên tenduristiyê de Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû nameyek ji Wezareta Tenduristiyê re şand û xwest dawî li vê cudakariyê bîne.
 
Seroka Giştî ya Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Arzû Çerkezoglû bi hinceta ku di navbera xebatkarên tenduristiyê yên li dijî koronayê têdikoşin cudakarî tê kirin nameyek ji bo Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca amade kir. 
 
Arzû, da zanîn ku di kedkarên tenduristiyê tevî hemû talûkeyan jî têdikoşin û di vê têkoşîna li dijî koronayê de kedkarên cemaweriyê û personelên peymandarî mil dane milê hev. Arzû, diyar kir ku Wezareta Tenduristiyê di navbera kedkarên tenduristiyê de cudakariyê dike û xwest dawî li vê cudakariyê bîne.