'Ji bo karkerên medenê tedbîr nayên girtin'

  • 12:28 15 Nîsan 2020
  • Ked/Aborî
MANÎSA - Têkildarî rewşa kanên medenê yên li navçeya Somayê ya Manîsayê de Sendîkaya Karkerên Serbixwe yên Medenê daxuyaniyek dan û gotin: "Li kanên medenê yên Somayê bêyî girtina bergiriya li dijî vîrûsê xebat li karkeran tê ferzkirin. Her wiha 350 karkerî jî derxistin destûra bê pere."
 
Lîjneya Rêveberiya Sendîkaya Karkerên Serbixwe yên Medenê, di çarçoveya vîrûsa koronayê de têkildarî rewşa kanên medenê yên li navçeya Somayê ya Manîsayê daxuniyeke da. Sendîkayê, ragihand ku li Somayê vîrûs belav dibe û kesên ku bergiriyan nagirin dê bibin berpirsyarê encamên ku telafiya wan nikare bê kirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku terciha di navbera mirin û birçîbûnê de li karkerên medenê tê ferzkirin û bergiriyên vîrûsa koronayê nayên girtin.
 
4 hezar û 900 karker dixebitin
 
Sendîkayê di daxuyaniyê de bi bîr xist ku beriya çend rojan li Kargeha Medenê ya Îmbatê 3 karkeran jiyana xwe ji dest daye û wiha got: “Karkerên ku ji bo xebatên lêgerînê dev ji kar berdabûn vedixwînin xebata telafiye. Tê gotin ku pere ji karkerên naçin xebatê bê birîn. Weqeyeke din a vîrûsê derket holê. Karkerên ku di heman komê de xebitîn şandin malê wan. Agahiyên zelal derbarê rewşa karkerê ku testa wî pozîtîf derketibû nayên wergirtin. Bi giştî 4 hezar û 900 karker li vê kargehê dixebitin. Tê gotin ku hê jî di seriya 3 hezaran de karker dixebitin.”
 
350 karkerî derxistin destûra bê pere
 
Di daxuyaniya sendîkayê de hat ragihand ku li Kargeha Medenê ya Polyakê jî qampeke mîna qampa dîlgirtiyan hatiye amadekirin û têkildarî mijarê ev agahî parve kir: “Konteynir li qada kanê hatine bicihkirin û ji bo heta 30’ê Hezîranê bixebitin 700 karkerî kirine van konteyniran. Testên karkeran dikin û karkerên ku testên wan pozîtîf dertin dişînin malên wan. Tê gotin ku testa 20 karkerî pozîtîf derketiye. Nêzî 350 karkerî jî derxistin destûra bê pere. Xwarin bi awayekî komî tê xwarin û heta 30’ê hezîranê derketina ji qampê ji karkeran re hatiye qedexekirin. Li kargehê karkerên çînî jî hene.”
 
Divê rêkûpêk kontrol bên kirin
 
Di berdewama daxuyaniya xwe de sendîkayê, destnîşan kir ku li Kargeha Medenê ya Demîr Exportê û Kargeha Medenê ya Kolînê jî bêyî ku bergirî bên girtin xebat tên berdewamkirin û ev tişt got: “Em bang li karsazên medenan dikin ku ewlehiya kar û tenduristiya karkeran bigirin, bi rêkûpêk kontrolên wan bikin û demildest wan derxin destûra bi pere."