‘Şandina alîkariyê ya ji bo welatên din, populîstî ye’

  • 09:13 13 Nîsan 2020
  • Ked/Aborî
ENQERE - Hevseroka Giştî ya SES’ê Gonul Erden, der barê mijara ku ekîpmanên tibî yên li dijî vîrûsê li Tirkiyeyê hatine hilberandin, ji bo welatên din hatine şandin de nirxandin kir û got: “Ji welatiyan pereyan kom dikin û tevî hemû kêmasiyan van dişînin welatên din. Ev populîstî ye.”
 
Tirkiyeyê ji ber vîsura korona, ji bo welatên wekî Îngîlîstan, Ispanya, Lîbyayê û gelek welatên din ku kêmasiya wan ya ekîpmanan heye, rûpûşên N95 û gelek alavên din şandin. Hevseroka SES’ê Gonul Erdem diyar kir ku li Tirkiyeyê kêmasiya ekîpman heye û xebatkarên tenduristiyê nayên parastin û bertek nîşanê rewşê da.
 
‘Ev populîstî ye’
 
Gonulê destnîşan kir ku piştevaniya li welat û derveyê welat her tim girînge û divê bê kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê heta ku kêmasiyên li welat neyên çareserkirin, ji bo welatên din alîkarî nêzîkatiyek populîst e. Hun li welatê xwe di mijara temînkirina ekîpmanan a ji bo xebatkarên xwe de pisgirêkan dijîn. Hun hewcedariyên wan naynin cih. Ji ber vê ji bo welatên din şandina ekîpmanan nayê fêmkirin. Ger li welat rewşek wisa tunebûna, hewcedariya we pê tunebûna, dikaribû bi rehetî bihata kirin. Lê wek em hemû dizanin ku Tirkiye di mijara vê de pirsgirêkan dijî.”
 
‘Ji welatiyan pere kom dikin, ji welatên din jî alîkarî tê kirin’
 
Gonulê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku karker hîna ji neçarî dixebitin û ji bo welatiyan piştgirî nayê dayîn û got: “Di vê nokteyê de ji bo malbatên xizan alîkarî nayê kirin. Hesabekê piştevaniya netewî tê vekirin, kampanyayek tê destpêkirin, ji welatiyan pere tê komkirin. Tevî van ji bo welatên din alîkarî tên şandin. Bi rastî ev nayê fêmkirin.”