‘Divê ji bo kesên bêewle dixebitin sererastkirin bê kirin’

  • 09:20 12 Nîsan 2020
  • Ked/Aborî
Melîke Aydin
 
MUGLA - Seroka Giştî ya Sendîkaya Ev - Eksenli (Jinên li malê dixebitin) Gulsum Nazlioglu dyar kir ku krîza ku vîrusê afirandiye betaliya jinan zêde kiriye û got divê hikûmet ji bo wan jî sererastkirinekê bike û ewlehiya wan bigire.
 
Li Tirkiyeyê vîrusa korona (COVÎD -19) her diçe belav dibe û hejmara miriyan jî Jher diçe zêd dibe. Bêguman di hawiara şer û vîrusan de yên herî zêde bi bandor dibin jin in. Seroka Giştî ya Sendîkaya  Eve - Eksenlî (Jinên li malê dixebitin)df Gulsum Nazlioglu diyar kir ku wê di vê pêvajoyê de betaliya jinan jî zêde bibe.
 
Gulsumê diyar kir ku xebata li malê tê kirin bi keda li malê re tê tevlîhevkirin û got: “Di xebata li malê de lihîf tên çêkirin, berhemên keda destan tên çêkirin. Ji ber vê kargeriya wan mal e. Her wiha tê zanîn, xebata li malê, li malê xwe hepskirin nîne. Ji bo derbaskirina dema vala, ji bo debara malbatê xebat tê kirin. Di karên fason de jî kar tê taxê û ne ji bo yek kesî, ji bo gele kesî tê.”
 
‘Yên bê ewle dixebitin jî bila bikevin pakêta xebatê’
 
Gulsumê diyar kir ku di pêvajoya vîrusa korona de ji ber neçar dimînin li malê bimînin karê wan jî kêm bûye û got: “Xizanî pirsgirsêkek cidî ye. Gotina ‘li malê bin’ hêsane. Lê wisa nabe. Dema em li malê bin îhtîmala qezenckirina pere tüne ye. Em ji bo teqawîtbûnê têdikoşin. Ji bo ewlebûnê têdikoşin. Yên bê ewle dixebitin divê teqez bigirin pakêta xebatê. Divê me jî bigirin wê pakêtê.”
 
‘Wê xizaniya jinan zêde bibe’
 
Gulsumê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku di tedbîrên li dijî vîrusê de ger ji bo her xebatkaran pere bê dayîn û nehêlin derkevin derve wê encamek baş bê girtin û got berovajî vê jî wê xizaniya jinê zêdetir bibe. Gulsumê di dawiya axaftina xwe de got divê polîtîkayên giştî bên hilberandin û her wiha divê torên têkoşînê bên hûnandin.