'14 karker ji koronayê bi giştî 113 karker jiyana xwe ji dest dan'

  • 12:45 6 Nîsan 2020
  • Ked/Aborî
STENBOL - Meclîsa ÎSÎG’ê, derbarê cinayeta ser kar de daneyên xwe yên meha adarê parvekirin û li gorî daneyan di meha adarê de 14 karker ji ber vîrûsa koronayê û bi giştî jî 113 karkeran jiyana xwe ji dest dane.
 
Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlekariya Kar (ÎSÎG), rapora têkildarî cînayeta karkeran a meha adara 2020’an weşand. Li gorî raporê di meha adarê de 14 karker ji ber vîrûsa koronayê jî di nav de bi giştî 113 karkeran jiyana xwe ji dest daye. ÎSÎG di raporê de bal dikişîne ser tenduristî, tedbîr û parastina karkeran û tu tedbîr ji bo karkeran nehatiye girtin. 
 
ÎSÎG’ê da zanîn ku ji ber koronayê ji bo 20 milyon karker û malbatên wan tu tedbîr nehatine girtin û ji kar hatine derxistin, derxistine destûra bê heq, bikaranîna destûra salane û karkeran hin bêtir tên xebitandin û derdê patronan ne karker in û ew ketine pey derdê berjwendî û xebitandina saetên zêde û performansa karkeran. Her wiha di raporê de hat gotin dibe ku hejmara karkerên ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dabin jî zêde bin. 
 
Di raporê de hat diyarkirin ku ji karkerên jiyana xwe ji dest dane 11 jê jin in û 102 zilam in û ev mirin bêtir di karên wek çandinî, zexîre, buro, metal, enerjî û tenduristiyê de pêk hatine. D raporê de hat destnîşankirin ku du zarokan jî jiyana xwe ji dest daye û ev zarok li karên wek çandinî û metalê de dixebitin jiyana xwe ji dest dane. 
 
Di raporê de hat gotin ji van karkerên jiyana xwe ji dest dane 18 kedkarên temenê wan bi ser 51 salî re jî jiyana xwe ji dest dane. Di raporê de hat eşkerekirin ku 6 karkerên penaber dido ji Sûriyê, yek ji Afganîstanê, yek ji Gurcistanê, yek ji Ozbekîstanê û yek jî Rûsyayê jiyana xwe ji dest dane. Di raporê de hat gotin yek ji van karkeran tenê sendîkayî bûye. 
 
ÎSÎG’ê di dawiya rapora xwe de tedbîrên ji bo pêşgirtina cînayeta karkeran rêz kir û xwest karker sedema xemsariyê jiyana xwe ji dest nedin.