‘Qeyrana tendurustiyê wê veguhere qeyrana aborî’

  • 09:02 4 Nîsan 2020
  • Ked/Aborî
Medya Uren-Rengîn Azîzoglu
 
AMED - Endezyara Çandiniyê û endamê TMMOB’ê Ece Demîreloz diyar kir ku karaseta Koronovîrusê  nîşandan ku ev karaset wê bibe sedema qeyrana aborî û ciavakî. Ece ev tişt got: “Divê ji xebatkarên çandiniyê û karkerên demsalî re piştgirî bêdayîn. Lewra ger çandinî pêk neyê em ê karaseta herî mezin bijîn.”
 
Nexweşiya Koronoyê (COVİD-19)  a ku ji 11’ê Adarê de ji aliyê Rêxistina  Tendurustiyê ya Cîhanê (WHO)  ve weke “pandemî” hat îlankirin di demek kurt de Tirkiyê xist bin bandora xwe. Ev qeyrana tendurustî tê gotın ku  wê ji qeyrana aborî û civakî jî bi xwe re bîne. Ji bo pêşî girtina li hember karasetê hikumet rêbazên îzalasyona civakî û karantînayê didin meşandin. Lewra ev bi xwe re kêmbûna hêza kar, girtina kargehan , kêmbûna hilberînê, sînordarkirina hinarde û deranîn bîne. Ev ji dibe sedem ku bandora neyînî li ser aboriya Tirkiyê bike. Yek ji van pirsgirêkên herî mezin yên hilberînê ji wê bê guman li qada çandiniyê derkeve. Endama Odeya Endezyarên Çandiniyê û Yekitiya Odeya Avahîsaz û Endezyarên Tirkiyê (TMMOB) ê Ece Demîreloz  têkildarê van mijaran ango girîngiya çandiniyê ji alansa me re axivî.
 
‘Hilberî ji bo me neçariye’
 
Eceyê bi bîranîna karaseta koronoyê re got tendurustiya mirovan girînge, ji bo me ji astenkirina belavbûna vîrusê û tendurustiya gel di rêza pêş de ye. Eceyê, anî ziman ku tirs gelek caran dibe sedem ku gel tedbîrên xwe bigire lê rewşa heyî  dibe ku rê li ber karasetên hîn mezintir veke. Yek ji rola herî girîn a ku dikeve ser milê hikumetê jî hişyarkirina civakê ye. Lewra li rex karastenên heyî karastên aborî ji ru didin. Eceyê bi bîr anî ku di vê pêvajoyê de boraya Amerîkayê têkçûneke mezin jiya û vê bandora xwe li gelek welatên din ji nîşan da. Ece wiha berdewam kir: “Dibe ku cîhan têkeve serdemeke wisa ku pere bi kêrî tu tiştekî neye. Ger enfeksyon zêde bibe, dibe ku di rojekê de hemûye danehevên pere têk biçin. Ango dibe ku em çavê xwe li jiyanek nu vekin ku têde tenê qîmetê pereyê dîjîtal, zêr û zîv hebe. Di dîrokê de jî ev rewş hatine jiyane jiyîn. Di salên 1944’an de sterlîn pouda înglîzan ji êdî weke pere nehat qebûlkirin. Niha li Almanyayê li hember ketina sîstema pere qalibên pere ên nu ku werin weşandin amade ne. Divê em bikaribin hebûna heyî bi kar bînin û domdariya wê pişterast bikin. Dibe ku roj were pereye di berîka me de bi kêrî tu tiştî neye. Ji ber wê em neçarin ku hılberînê bikin.”
 
‘Dibe ku xurek peyda nebin’
 
Eceyê diyar kir ku xurek di warê jiyanê de cihê herî girîng digire û got ku ger xurek tüne be di serî de pergala tendirustiyê wê dawî li hemû pergalan were. Eceyê di berdewamiya axaftina xwe dewiha got:  “ Ger hilberîna şînatî û lawirvaniyê tunebe wê çêkirina dermanan ji ne pêkan be. Dibe ku bi vê re krîza xurekê were jiyîn . Ne niha lê bi kêmbûna nexweşiya koronoyê re em ê bêhtir bikevin vê ferqê.  199 welatên cîhanê û çar hewîrdorên wê di bin bandora vîrusê de mane.  Em bi fikirin ku nîvkureya bakur û nîvkureya başur di heman demê de jê bi bandor bûne, wê cîhana 4 demsalan dijî bandorek mezin li ser çandiniyê û cotkariyê bike. Zincîra hilberînê wê bişkê ku ev ji wê rê li ber pirsgirêkên mezin veke. Divê em li hemberî van yekan tedbîran bigirin. Stok kirina xurekan wê nebe çareserî ji vê yekê re. Ger em bi seneryoyek wiha re rû bi rû bimînin li rex têkçûna aborî wê têkçunek a civakî ji rû bide. Wê kaosên mezin werin jiyîn.”
 
‘Em ketin ferqa giringiya çandiniyê’
 
Eceyê diyar kir ku, ji ber vîrusa kornoyê gelek welatan sînorên xwe girtin ku ev ji tê wateya sînordarkirina hinardeyê û di vê pêvajoyê de em ketin ferqa girîngiya çandiniyêf. Herî kêm di vê pêvajoyê de divê welat bi qasî xwe hilberînê bike. Ece got em dikarin ji gelek pêwîstî û tiştên luks dur bikevin lê em nikarin ji xurekê dur bikevin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hem tedbîr hem ji hilberîn bi belavbûna koronoyê re kêm bû. Cotkar di bostanan de na xebitin, ango ger biçe bixebite ji di hêla lojostîk, kamyon, tren herwiha keştiyan de pirsgirêk tên jiyîn ji ber ku nayên xebitandin.  Ger bixebitin jî ev ji ber ku ragihandin tüne ye nakevin destên firoşkara. Bi vê re wê hilberîn kêm bibe ango ev ji wê rê li ber enflasyonê veke. Ji ber van pêkanînan wê welatên wekî Amerîkayê hêza xwe zêde bin.”
 
‘Bi van karasetan re firsatçi ji zêde bûn’
 
Eceyê diyar kir ku di vê pêvajoyê de bihayê berhemên ew difiroşin welatên din  ketiye, li gel wê bihayê berhemên ku ew ji derve distîninji bilind bûye û ev jî ji ber ku hemû welatan sînorên xwe girtine.  Ece wiha berdewam kir: “Bi girtina sînorê Îranê re kirîna zebeşan hat rawestandin. Bazirgan jî difikirin ku wê bihayê berheman zêde bibe, bi wê ferasetê berhemên xwe depo dikin. Divê di vê demê de hikumet bêhtir şiyar be. Divê hikumet derfetan ji bo cotkaran biafirîne û piştgiriya wan bike. Li gel wê divê dewlet hişyar be. Li dijî bê usulî û bê dadiyan divê ceza were birîn. Wê deme wê gel neçar nemîne bi bihayên mezin debara xwe bike û wê herkes qezenç bike. Di vê pêvajoyê de pêwîsî pê nîne ku gel êrişê marketan bike, divê bi qasî pêdiviyên xwe berheaman bistîne. Ji bo piştevaniya cotkaran divê polîtîkayên pêwîst werin afirandin. Divê em cotkaran teşfîqê hilberîna tovê xwecihî bikin. Divê xebatên botanîk werin kirin.”