'Jin ji bo pêşxistin û peydakirina pêwistiyê civakê nimûne ye'

  • 09:14 3 Nîsan 2020
  • Ked/Aborî
Ronîda Hacî 
 
HESEKÊ - Bi armanca pêdakirina pêwistiyên civakê Kargeha Newrozê kar û xebatên xwe didomîne. Jinên di Kargeha Newrozê de dixebitin gotin:"Xebat ji bo me gelekî girîng e. Xebat jiyana mirovan hêsantir dike."
 
Kargeha Newroz a ku girêdayî Aboriya Jinê ye, di çileya 2018’an de li taxa Kelasê a Bajarê Hesekê dest bi karê xwe yê dirûtinê  kir. Kargeh berhemên ku çêdike li 2 firoşgehên Dirbêsiyê û Qamişloyê belav dike. Piştî belavbûyina Virusa Korona ya li tevahî cihanê, Kargeha Newroz ji bo endamên nexweşxaneyan cilên fermî didûrin. Têkildarî mijarê xebatkarên jin ên Kargeha Newrozê axivîn. 
 
'Pêwistiya civakê bi çi hebe em çêdikin'
 
Nesrîn Hec Mihemed teqez kir ku armaca Kargeha Newroz pêydakirina pêwistiyên civakê ne û wiha got: "Di kargehê de em 9 kes dixebitin. Ji saet 9'ê serê sibehê heya 4’an em kar didin meşandin. Em cilan didûrin û bi buhayekî normal jî difroşin. Pêwistiya civakê bi çi hebe em çêdikin û li gorî wê em li firoşgehên xwe belav dikin û bi buhayekî normal jî didin firotin."
 
'Em hevdû temam dikin'
 
Nesrînê bal kişand ser belavbûna Virusa Korona ya li tevahî cihanê û wiha pê de çû: "Di vê demê de ji bo nexweşxaneyên me cilên wan ên fermî pêwist bûn, ji bo ku em bikaribin rê li ber belavkirina vê virusê bigirin û parastina xwe bikin me dest bi çêkirina cilên nexweşxaneyê kir, ger pêwistî bi rûpoş û lepikan jî hebe, emê hemû derfetên xwe têxin xizmeta civakê , ji ber ku em hevdû temam dikin û xwedîderketine li hev yek ji exlaqê me ye ."
 
'Me alîkariya Kampa Waşokanî kir'
 
Xebatkara bi navê Îlham Ehmed jî ku li ser makîneya dirûtinê kar dike wiha axivî: "Bi hatina buharê me dest bi cilên havînê kir. Me xwest em xebatên xwe bi koçberên kampa Waşokanî re parve bikin. Ji bo wê me nêzî hezar û 80 cilî taybet ê jinan  bi alikariya rêveberiya kampa Waşokanî re pêşkêşî wan kir."
 
'Jin ji bo pêşxistin û peydakirina pêwistiyê civakê nimûne ye'
 
lhamê di dewama axaftina xwe de got: "Di Kargeha Newrozê de jin xwedî rolek çalak e. Cihên xwe li ser makîneyan hemûyan digire. Li ku derê pêwistî çêdibe em ji bo pêşxistin û pêwistiya civaka xwe amade ne.Jin ji bo pêşxistin û peydakirina pêwistiyê civakê nimûne ye. Di vê pêvajoyê de Kargeha Newroz ji bo dirûtina cilên bijîşk û karmendên tenduristîyê niha dinava kar û xebatê de ye. "