‘Dewlet li şûna ku alîkariyê bide alîkariyê dixwaze'

  • 09:12 3 Nîsan 2020
  • Ked/Aborî
Şehrîban Abî
 
WAN - Jinên ku li Wanê dijîn û xwedî bi kar in bertek nîşanî bêtedbiriyê dan û gotin tenê bi gotina li malên xwe bimînin pirsgirêkên giştî û bi taybetî jî ya aboriyê nayê çareserkirin. 
 
Bi belavbûna vîrûsa koronayê ya li Tirkiyeyê gelek pirsgirêkên din jî bi xwe anî. Her roja ku derbas dibe hejmara miriyan zêde dibe. Pirsgirêka herî zêde li ber çavan jî aborî ye. Demek dirêjê li Tirkiyeyê krîzeke aboriyê heye û piştî vîrûsê jî bêtir krîz kûr bû. Di çarçoveya tedbîrên li dijî vîrûsê de dewlet tenê bangewaziya li malên xwe bimînin tê kirin û biryara qedexeya derketina li derve nayê dayîn. Her wiha niha bi hezaran xwedî kargeh li malê ne lê nikarin kirê û fatureyên xwe bidin. Her wiha gelek karker jî nikarin mehaneya xwe bigirin. Jinên li Wanê û navçeyên Wanê dijîn bal kişandin ser krîza aborî û virûsa koronayê û banga alîkariyê ji dewletê kirin. 
 
‘Dewlet li şûna ku alîkariyê bide alîkarî dixwaze' 
 
Safiye Şîn li Reya Armûşa Wanê marketek dide şixulandin û diyar kir ku rojane 300 TL qezenç dike. Safiye, di axaftina xwe de bal kişand ser pirsgirêkên ku bi vîrûsê re derketî holê û wiha axivî: "Ji ber vîrûse em niha li malê ne û ez car caran marketa xwe vedikim. Pereyên ku qezenç dikim jî ji bo rojên din kêm xerç dikim. Em li malê bin em ê çawa pere qezenç bikin. Divê hikûmet alîkariyê bide, tenê bi gotina li malê bimîne tera çareseriya pirsgirêkan nake. Dewlet li şûna ku alîkariyê bide welatiyên xwe alîkariya borî dixwaze."
 
‘Ji bo jinan xebateke taybet bê kirin' 
 
Kadriye Kurd jî li Erdîşa Wanê dijî û li vir bi derfetên xwe debara mala xwe dike û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ev çend sal in em bi krîza aboriyê re rûbirû ne. Lê piştî vîrûsê jî rewşa me bêtir xirab bû. Gelo heta çend rojan em dikarin kargehên xwe bigirin. Em niha bi alîkariya malbatên xwe li ser piyê xwe dimînin. Ji bo kireya xanî û kargehê me ji hevalên xwe deyn pere girt. Di nava aloziya aborî de herî zêde jin bi bandor dibin û divê ji bo jinan xebateke taybet bê meşandin."
 
'Divê dewlet erka xwe bîne cih' 
 
Beybûn Aslan, destnîşan kir ku jinên ku li Artemêtanê di qada tekstîdê de dixebitin bi zor û zehmetiyan re rûbîrû ne. Beybûn, diyar kir ku ji ber şewba koronayê gelek kedkar bê bere ketin betlaneyê û got: "Dê ev kes çawa debara mala xwe bikin, fatureyên xwe bidin. Divê ji bo wan kesan mehaneyek bê dayîn. Ev tişt jî divê dewlet bike û erka xwe bîne cih."
 
'Divê mehaneya karkeran bê dayîn'
 
Bişenk Aslan bi karkera tekstîlê ye û bi asgarî ucretê debara mala xwe dike û wiha bal kişand ser rewşê: "Cihên ku em dixebitin dê mehaneya me bidin. Lê kesên ku rojên wan ên sîgorteyê tijê nebûnê dê mehaneyên wan neyên dayîn. Lê divê ji bo kesên ku bê sîgorte li kargehê dixebitin divê pereyek bê dayîn."
 
Karkera tekstîlê Ozlem Aslan, bi debara mala xwe dike û di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa heyî û got: "Divê li dijî vîrûsê tiştek bê kirin û hewcedariya gel ji hêla rayedaran ve pêk bên." 
 
‘Gelo vîrûs an jî birçîbûn dê bibe sedema mirina me' 
 
Guner Çakmak li Tetwana Bedlîsê dikanek vekirbû û patile çêdikir. Bi firotina patileyan debara mala xwe dikir. Lê ji ber krîza aborî û belavbûna vîrûsê neça ma ku dikana xwe bigire. Guner, wiha dest bi axaftina xwe kir: "Hevjînê min girtî ye û niha ez debara malê dikim û 3 zarokên min hene. Dema dikana min hebû rewşa min baş bû lê niha ji ber ku min dikana xwe girt rewşa min a aborî xirab bû. Em niha li bendê ne ku Gelo vîrûs an jî birçîbûn de bibe sedema mirina me. Xaniyê min jî û dikana min jî kirê ye. Fatureyên ku her meh divê ez bidim hene. Niha bi hezaran jin hene ku wekî min e û heman rewşê dijîn. Şert û mercên jiyanê zehmet e. Niha li dijî vîrûsê dibêjin li malê bin lê gotin hêsan e. Dive di vê mijarê de alîkariyek bê dayîn, lê belê dibe ku di nava civakê de bi her avahî xisarên mezin pêk bên."