‘Bernameya perwerdeya ji dûr ve bi armancên siyasî hatiye amadekirin’

  • 09:10 30 Adar 2020
  • Ked/Aborî
Şehrîban Abî
 
WAN - Sekretera Şaxa Egîtîm Sen’ê ya Wanê Funda Demîr Bozkurt diyar kir ku dîmenên darvekirinê yên di perwerdahiya ji dûrve ya ji aliyê MEB’ê ve hatiye dayîn, wê gelek pirsgirêkan bi xwe re bîne û got: “Bername ne pedagojik e û bi armancên siyasî hatiye amadekirin.”
 
Ji ber vîrusa korona ya li Tirkiyeyê jî rû da, dibistan hatin betalkirin û wezîrê perwerdê Ziya Selçûk dxuyanî da û got heta 30’ê Adarê wê dibistan venebin, di pêvajoyê de wê ji durve perwerde bê dayîn. Lê dîmenên darvekirina Adnan Menderes û serjêkirinê di bernameya perwerdê de cih girtin û zarok bi van sahneyan re hatin rû hev. Piştî vê bertekên tûnd hatin nîşandan. Sekretera Egîtîm Sen’ê ya Wanê Funda Demîr Bozlurt jî mijar nirxand.
 
‘Bi armanca îdeolojîk tevdigerin’
 
Fundayê destnîşan kir ku ev polîtîkayên paşverû di vê pêvajoyê de hebûna xwe didomîne û got: “Tê hedefkirin ku nêzîkatiyên siyasî ji aliyê xwendekaran ve bên hezmandin. Ev nêzîkatî ji xwe bûye parçeyeke pergala perwerdehiyê. Tevî evqas pisgirêk û krîz, armancên siyasî tên berdewamkirin. Bi rastî mirov matmayî dimînin.”
 
‘Wê gelek pirsgirêkan jî bixwe re bîne’
 
Fundayê bi lêv kir ku ji ber vîrusê ji xwe zarok bi travmayê re hatine rû hev û got: “Di demên wisa zehmet de, ev vîdeoyên wisa wê travmayên tên jiyîn girantir bike. Wê gelek pisgirêkan jî bi xwe re bîne. Fikarên me mezinin. Ev sahen wek tiştekî normal tê nÎşandan. Ev ne bernameyek pedagojîk e, bi armanca siyasî hatiye amadekirin.”
 
Fundayê bi lêv kir ku ev dîmenên mijara gotinê wê travmayê girantir biek û bibe sedema zêdekirina şîdetê û got: “Ev hem di alî civakî û hem jî di alî şexsî de talboyek bi xof e. Hedefa ewil eve ku ev di pêvajoyê zarokên me travmayê ji ser xwe bavêjin. Lê mixabin ev tiştên tên kirin krîzê girantir dike. Bertekên civakê tunebûna wê berdewama van sahneyan bihata. Divê her tim pêşniyarên hîndekaran li ber çavan bên girtin.”