Rahîme ya ku 25 sale dirûnvaniyê dike: Min kirêya vê mehê jî nedaye

  • 09:11 23 Adar 2020
  • Ked/Aborî
Şehrîban Abî
 
WAN - Ji ber krîza aborî betalî her diçe zêde dibe û di çarçoveya tedbîrên vîrusa korona de gelek kargerî hatin girtin û vê jî zêdetir rê li ber pirsgirêkan vekir. Rahîme Sagyîgît ya ku 25 sale dirûnvaniyê dike li dijî krîza aborî li berxwe dide û hewl dide debara malbata xwe bike. Rahîme ku vê mehê kirêya xwe jî nedaye hatiye asta ku dukanê bigire.
 
Ji ber vîrusa korona bangên li mala xwe bin û nekevin cihên qerebalix hatin kirin û vê rewşê jî betalî bixwe re anî. Bi girtina dukanan re gelek kes ji kar hatin derxistin û welatiyên pirsgirêka aborî dikişînin jî bi xetereyek mezin re rû bi rû ne. Ev du sale welatî li dijî krîza aborî hewl didin li ser piyan bisekinin û yên herî zêde ji krîzê bandor dibin jî jin in.
 
Li Wanê jina bi navê Rahîme Sagyîgît ya 55 salî jî yek ji van jinan e û 25 sale dirûnvaniyê dike.
 
Rahîme li Gever a Colemêrgê dijiya û di 2016’an de bi qedexeyên derketina derve re neçar ma koçî Wanê bike. Rahîme li taxa Xaşor a Îpekyol a Wanê dijî. Rahîme ku dirûnvaniyê dike, ligel vê bi çêkirina lihîfan, bi berhemên destan jî debara xwe dike.
 
‘Tevî her cureyê zehmetiyê li berxwe dide’
 
Rahîme ku li malbata xwe ya 7 hejmarê dinihêre, sibehê saet di 08.00’an de dest bi kar dike. Rahîme diyar dike ku ji ber krîza aborî qezenca wê êdî têrî hewcedariyên wê nake. Rahîmeyê bi lêv kir ku di jiyana xwe de her tim têkoşîn daye, tevî zor û zehmetiyan berxwedan berdewam kiriye.
 
Rahîmeyê destnîşan kir ku dirûnvaniyê dike, salên ewil qezenca wê baş bûye û wiha got: “Ez cihîzê bûkan, lihîfan, her wiha berhemên destan çêdikim. Tevî evqas ked niha nikarim kirêya xwe bidim.Heta carna dibêjim dukanê bigirim. Li aliyê din jî min evqas ked daye. Lê ez ê li berxwe bidim, bila dema min vala derbas nebe.”
 
‘Biha gelek zêde bûye’
 
Rahîmeyê daxuyakirin ku li gorî salên borî gelek zehmetiyan dikşîne û wiha pê de çû: “Berê di karê min de bazirganî jî hebû. Lê niha mirov mexdûr in, krîz heye. Berê me ta û terzî erzan digirtin. Lê niha her tişt biha bûye. Em nikarin tiştekî bigirin. Gavek din yên alav difirot hat. Lê ji ber pere tunebû min tiştek negirt. Min kirêya vê mehê jî nedaye. Carna rojê 1 lîra jî qezenca me çênabe. Li ser krîzê îcar jî nexweşî derket. Duh li bazarê îsot 2 tL bû lê îro 11 TL ye. Biha gelek zêde bûne.”
 
‘Xebat girîng e’
 
Rahîmeyê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya xebata jinan û wiha dawî lê anî: “ Divê jin pereyê xwe qezenc bike û bixwe bawer be. Divê jin li dijî hemû binpêkirina kedê têbikoşe û aboriya xwe bidest bixe. Divê tu car li destê mêran mêze nekin.”