'TUÎK rêjeya bêkariyê ya rast parve nake'

  • 09:01 21 Adar 2020
  • Ked/Aborî
Medya Uren- Rengîn Azîzoglu
 
AMED - Sorgul Aytek Avşar, derbarê anketa EMO'yê de diyar kir ku TUÎK rêjeya bêkariyê ya rast ji raya giştî re parve nake û got: “ Em gihaştin encamek wiha ku rastiya bêkariyê li gorî tê gotin 3 qatan zêdetire."
 
Li Tirkiyeyê her ku diçe hejmara bêkariyê zêdetir dibe. Odeya Endezyarên Ceyranê (EMO) derbarê rêjeya bêkariyê de anketek bi navê "Qeyran jiyana xebatkarên EMO yê ji bandor e” çêkir. 5 hezar kes tevlî anketê bûn. Li gorî encamên anketê rêjeya bêkariyê li gorî hatiye ragihandin zêdetire. Derbarê van daneyan de hevserokê EMO yê Sorgul Aytek Avşar ji ajansa me re axivî. 
 
Sorgul di destpêka axaftina xwe de got bi mezinbûna qeyrana aboriyê re rêjeya bêkariyê her diçe zêde dibe û got: "Komeleyên lêkolînê di daneyên parve dikin de rastiyê venabêjin. Daneyên Saziya Îstatîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) parve dike ji rastiyê vedetire. Ev pirsgirêka sereke ya me ye ku em ji rastiyê tên dûrxistin. Li gorî daneyên me encamek velîsk rû da. Ev di rewşa qeyranê ji dide nîşandan. Divê li hemberî vê bi lezgînî polîtîkayên çareseriyê werin afirandin.”
 
‘Encama derketiye ji bo jinan metirsiyek mezin bû’
 
Sorgul bal kişand ser anketê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "5 hezar kes beşdarê anketê bûn. Ji sedî 18 jin û ji sedî 82 mêr tevlî anketê bûn. Ev dane bi serê xwe rewşa bêkariyê ya jinan nîşan dide. Hejmara jinên xwedî pîşe di asta herî jêr de ye ango yên ku xwedî pîşe ne ji bêkar mane. Ji sedî 30 mêr û ji sedî 42.2 jin bêkar in. Li gorî daneyên herî dawî ên 5 salan ji rêjeya jinên xwedî pîşe û bêkar ji sedî 46. 7’e. Li gorî anketê ji hat diyar kirin ku bi qeyranê re gelek kes ji kar hatin avêtin ango gelek kes bi mûçeyên kêm neçarin ku bixebitin. Di her qadî de qeyrana aborî bandora xwe li ser jinê kiriye. Di her kargehê de kesên yekem ji kar tên dûrxistin jin in û di jiyana rojane de kêmasiyan dijîn jî jin in."
 
'Tirkiye di rêza herî paş de ye' 
 
Sorgul, di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku Tirkiye di hêla pêşketinê de gelek pirsgirêkan dijî û wiha bi lêv kir: "Her tim di cihê xwe de dijmêre. Mînaka vê ya sereke em dikarin ji Amedê bidin. Di dema komarê de Amed ji aliyê pêşketin û hilberînê de di rêza sêyem de bû. Lewra di roja îro de jî Tirkiye di rêzên herî paş de cîh digire. Sedema vê ya herî mezin ne şopandina pîşesaziyê ye. Di vê derbarê sererastkirina polîtîkayên aboriyê de hikûmet gavên girîn biavêje. Divê gengeşiyên Sendîkayên senayiyê bêhtir bi baldarî werin şopandin li gel wan divê rojane teknolojiye ji were şopandin.”
 
Sorgul di dawiya axaftina xwe de got: "Divê azadiya civakî û wekheviya kesan pêk were bi wê re pêkera herî mezin azadiya aborî û mezinkirina derfetan e. Ev wê bibe sedema rabûna qeyrana aborî û di her awayî de gihaştina aramiyê be."