Esnaf jî welatî jî destvala vedigerin malê

  • 09:22 19 Adar 2020
  • Ked/Aborî
Şehriban Abi
 
WAN-Ji ber krîza aborî esnaf nikarin firotinê bikin û yên tên dan û standinê jî beyî tiştekî bigirin vedigerin malê. Li Wanê Meryem Ozer ya li bazarê tezgah vekiriye, diyar kir ku rojane bi 30 TL malbata 5 nifûsî xwedî dike. Şîrîn Turan jî diyar kir ku bi 5 TL tê bazarê.
 
Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîka Tirkiyeyê (TUÎK) enflasyon di meha Sibatê de ji sedî 0,35 zêde bûye di salê de bûye ji sedî 12,37. Li gel daxuyaniya Wezîrê Aboriyê Berat Albayrak a ku got ‘Sala 2019’an me bi meznahiyeke ku em ne li bendê bûn girt. Di çaryeka dawî de em ê mezinbûna çaryeka ewil bibînin.’ Lê welatî û esnafên krîza aborî li ser wan bandorê dike  nikarin dan û standinê bikin.
 
Esnafên jin yên li navçeya Îpekyol a Wanê tezgahên xwe vedikin, diyar kirin ku nikarin tiştekî bifroşin û jinên tên bazarê jî ji bihayê bi gazincin.
 
‘Heta êvarê 30 TL qezenc dikim’
 
Meryem Ozer (47) bi firotina berhemên destan û rîsê difiroşe debara malbata xwe dike, diyar kir ku li 5 nifûsî dinêre û got: “Ez goreyan, lîfan bi destan çêdikim û difroşim. Ez du saetan bi lîfekî re mijûl dibim lê beramberê keda xwe nagirim. Yên digirin jî û yên difroşin jî ne kêfxweşin. Ez heta êvarê ancax 30 TL qezenc dikim. Bi wê jî tenê hinek sebze digirim.”
 
‘Ger êrîş bidawî bin wê krîz jî bidawî bibe’
 
Sînem Abî ya hatiye bazarê jî got berê bi 60 TL her tişt digirt û niha 100 TL tenê çend kîlo sebze digire û got: “Sedema krîzê şer e. Divê Tirkiye demildest, dest ji polîtîkayên şer berde û çareseriyê bîne.”
 
‘Ez bi 5 TL hatim bazarê’
 
Şîrîn Turan jî destnîşan kir ku gelek hewcedariyên xwe yên mutbexê nikare bigire û got: “Zarokên min, hevjînê min betalin. Ez bi 5 TL hatim bazarê. Nikarim tiştekî bigirim. Ne mûçeyek min ne jî sîgorteya me heye. Berpirs hikûmet e. Divê demildest ev pirsgirêk çareser bibin.”
 
‘Sedema vê rewşê rêveberên welat in’
 
Saîme Oral daxuyakirin ku kîloyek firingî bi 5-6 TL digire û bihayê hemû sebzeyan zêde bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mirov êdî nikarin îdare jî bikin. Min îro tenê firingî, îsot û bacan girt. Mirov bi 100 TL nikarin tiştekî bigirin. Yên sedema vê rewşê rêveberin. Hewcedariya welat êdî bi aramiyê heye.”
 
Safiye Sezer jî got sê cure sebze her yek nîv kîlo girtiye û bi lêv kir ku divê pirsgrêka aborî bê çareserkirin.”
 
‘Sedema krîzê zilma Erdogan e’
 
Besê Tuncer anî ziman ku krîza aborî bandor li ser hemû qadê kiriye û got: “Ev jî zexteke din ya li ser gel e. Bi krîzê gel xizan dikin. Sedema vê jî zilma Erdogan e.”