Li Bazara Keda jinê pirtûkxane hat avakirin

  • 09:06 16 Adar 2020
  • Ked/Aborî
Fîlîz Zeyrek
 
EDENE - Li Bazara Nirxandina Keda Jinê, pirtûkxaneyeke ku ji pirtûkên zarokan bigirin heta gelek pirtûkan tê de heye hat avakirin. Esnafên bazarê ji bo kesên tên dan û standinê û şêniyên taxê derfeta ku fêdeyê ji pirtûkan bigirin ava dikin.
 
Li taxa Havuzlubahçe ya navçeya Seyhan a Edeneyê, hefteyê du caran Bazara Nirxandina Keda Jinê tê avakirin û ev bajar hem qada civakîbûn û hem jî ya îstîhdama jinê ye. Li bazaran ku gel eleqeyek mezin nîşan dide pirtûkxane hat avakirin. Esnafên jin pirtûkê ji dora xwe kom kirin anîn bazarê pirtûkxane ava kirin. Li dijî pirtûkxaneyê eleqe mezine û jin dikarin pirtûkan jê bigirin û bixwînin. Jin ji vê rewşê gelek kêfxweş in.
 
Ji esnafên bazarê û dildara pirtûkxaneyê Melhat Uysalsoy diyar kir ku ji bo jinên xwedî hişmend û civakek hişmend xwendin ferz e.
 
‘Li bazarê pirtûkxane dibe?’
 
Melahatê daxuyakirin ku her çiqas nêrîneke ‘li bazarê çi karê pirtûkxaneyê heye?’ jî wan karekî baş kiriye û got: “Me bi yek hevalek xwe jî pirtûk dabe hezkirin ev tiştekî gelek bi nirx e. Me qet zehmetî nekişand. Em hemû bi daxwaz bûn. Ewil me pirtûkên malên xwe kom kir. Piştre şêniyên taxê piştgirî dan. Pirtûk bexş kirin. Niha hejmara pirtûkan zêde dibe. Hedefa me mezin e. Em dixwazin li bazarên din jî pirtûkxaneyên wisa ava bikin.”
 
‘Divê civak teşwîqê xwendinê bên kirin’
 
Melahatê bi lêv kir ku ji bo rêjeya xwendin û nivîsandinê zêde bibe divê rayedar teşwîq bikin û got: “Yên dixwazin bi şerdê ku şûnde bînin dikarin pirtûkan bibin. Dema wê tune lê çawa biqedînin divê bînin. Yên hewcedariya wan heye divê qeyda xwe bikin û piştî xwendinê bînin. Pirtûkên klasîkên cîhanê, nivîskarên  me, felsefe, roman, dîrok û yên zarokan hene. Ez bi taybet pêşniyarê jinan dikim. Ji ber bihayên pirtûkan di xwendina pirtûkan de zehmetî heye. Bi vî awayî me şansa xwendinê afirand.”