'Em kêfxweşiya qezenckirina pereyê xwe dijîn'

  • 09:12 15 Adar 2020
  • Ked/Aborî
Fîlîz Zeyrek
 
EDENE - Gulşah Bîleşîk ya li Edeneyê 6 sale kebap çêdike û hemû pêşdarazan dişkîne, diyar kir ku kesên xebatkarên jin li vir dibînin, bi bawerî û paqijiya vir bawer dikin û tên. Gulşahê wiha got: “Em jî girêdayê mêran nînin û pereyê xwe bixwe qezenc dikin. Ji ber vê em kêfxweş in.”
 
Jinên ku hewl didin qalibên zayenda civakî û zîhniyeta serdest ya mêr ji jiyana xebatê dûr bikin, hemû sînoran didin zorê û xwe li van qadan heyî dikin. Heta îro gelek pîşeyên ku dihatin gotin pîşeya mêr e û jin nikarin bikin, gelek jin tê de serkefî bûn. Yek ji van jinan jî Gulşah Bîleşîk ya 43 salî ye û li Edeneyê kebap çêdike.
 
6 sale vê pîşeyê dike
 
Gulşah li taxa Sînan Paşa ya ku piranî welatiyên Romen lê dijîn ya li navçeya Yuregîr a Edeneyê, 6 sale kebabvaniyê dike. Gulşah ji bo xwe û perwerdeya zarokên xwe, dest bi vî karî dike. Gulşah diyar dike ku ne pir be jî ji bo debara xwe bikin qezenc dikin û got divê hemû jin di alî aborî de li ser piyan bisekinin.
 
‘Krîzê bandor li ser her kesî kir’
 
Gulşahê destnîşan kir ku rojê di navbera 20-30 sîparîşî digire û wiha pê de çû: “Krîzê bandor li ser me hemûyan kir. Salên ewil karê me gelek baş bû. Lê niha em ji ber krîzê zehmetiyan dikşînin. Hemû alavên me biha bûn. Yên li derve xwarinê dixwin, wek berê nayên. Em jî li gorî butçeya xwe kezeb û goşt digirin.”
 
‘Paqij dibînin, bawer dikin’
 
Gulşahê diyar kir ku sibehê saet di 06.00’an de şiyar dibin, piştî paqijiyê dest bi amadekariya kebaban dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heta niha me tu bertekek neyînî negirt. Muşteriyê tên ji tehma xwarina me kêfxweş in, paqij dibînin û bawer dikin. Vî karî piranî mêr dikin. Dema dibînin jin kar dikin matmayî dimînin û tên. Niha sibehan yên şorbeyê dixwazin hene. Ji ber vê ez carna şorbê jî çêdikim.”
 
‘Divê mirov girêdayê mêr nemînin’
 
Gulşahê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku ew ji ber karê xwe kêfxweş e û got: “Em pereyê xwe qezenc dikin. Ji ber vê jî ez gelek kêfxweş im. Divê hemû jin karê xwe bikin. Girêdayê mêran nebin. Li ser piyên xwe bisekinin.”