‘Li gel xizaniyê gefa zabiteyan

  • 09:03 10 Adar 2020
  • Ked/Aborî
AMED -  Oznûr Şen wekî welatiyên din ji ber qeyrana aborî pirsgirêka aboriyê dijî. Oznur li kolanên Amedê sako û çakêtan difroje û zarokên xwe xwedî dike û got: "Ji ber qeyrana aborî em neçar man ku bên Amedê û em li vir jî li dijî xizaniyê têkoşîna jiyanê didin." 
 
Li Tirkiyê qeyrana aborî her diçe mezintir dibe, ji ber qeyrana aborî hejmarek zêde kargeh hatin girtin û bi hezaran karker bê kar man. Welatî ji bo debara xwe bikin serî li hemû rêyan didin. Gelek kes êdî li kolan û kuçeyan bi erebeyên xwe yên biçûk tişt difroşin. Lê belê bi gelek zor û zehmetiyan re jî ribûrû dimînin. Yek ji van karkeran karkera bi navê Oznûr Şen e. Oznûr bo firatina çeket û sakoyan ji Edeneyê hatiye Amedê. Oznûr Şen zor û zehmetiyên di van kuçeyan de dijî ji ajansa me re parve kir.
 
‘Li hemberî xizaniyê em têdikoşin’
 
Oznûr bi eslê xwe ji Edenê ye, ew ji bo sako firotinê bi malbata xwe re hatiye Amedê. Di kuçeyên Sûrê de li ber serma zivistanê hewil dide alavên di deste xwe de bifiroşe. Bi ketina Sûrê de dengê wê ya ku bi kurdiyek şikestî bang dike û dibêje "Çeket û sakoyên erzan û belaş, werin bikirîn". Oznûr wiha behsa hatina xwe dike: “Qeyrana aborî her ku diçe mezin dibe, bi taybet ji bo mirovên xizan qeyran hîn dijwartir tê. Bi qeyranê re bê karî ji gihiştiye asta herî jor, li vir ji barek mezin dikeve li ser milê jinan. Piştî me kar ji nedît, ez û hevjînê xwe bi 3 zarokên xwe re em hatin Amedê. Em li vir jî têkoşîna jiyanê didin û li dijî birçîbûnê li ber xwe didin."
 
‘Em heqdestê xwe nastînin’
 
Oznûr di berdewamiya axaftina xwe de qala zorî û zehmetiyên li van kuçeyan dijîn kir û wiha got: “Em di şert û mercên zehmet yên xwezayê de dijîn. Bi şev û roj li ber hewaya sar, berf û baranê dixebitin. Li gorî alavên ez difiroşim ji yê firoştgehên mezin baştire ji me nastînin, bi vê re heqdestê me nadin jî. Yê dikire û yê distîne ji mafdare ji ber ku qeyrana aborî heye."
 
'Em bi şîdetê re rûbirû dimînin'
 
Oznûrê diyar kir ku ew li ber van şert û mercan têkoşîna xwe dide, divê li gorî vê nêz bibin û wiha axivî: "Helbet ew jî zora me diçe. Belê zoriya hemû karan heye lê bi rastî jî xebata kolanan tê kirin pêtir dijwar e. Lê belê dema jin vî karî bidin bêtir dijwartir dibe. Li gel zehmetiya demsalî niha jî zabite li dora me digerin. Ji karê me re zehmetiyan derdixin. Carîna hişyariyên zabiteyan tê asta tundiyê jî."