Ji sedî 87.1 jinên kurd bêkar in

  • 15:08 7 Adar 2020
  • Ked/Aborî
AMED - Li gorî anketa "Lêkolîna Qadê ya Der barê Rewşa Aborî û Civakî ya Li Herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anatoliyayê" kurd ji sedî 63,2 di sînorê birçîbûnê de ne, ji sedî 87,1 jinên kurd jî bêkar in. 
 
Navenda Lêkolînên Qada Polîtîk anketa "Lêkolîna Qadê ya Der barê Rewşa Aborî û Civakî ya Li Herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anatoliyayê" amade kir. Li gorî anketê kurd ji sedî 63,2 di sînorê birçîbûnê de ne, jinên kurd jî ji sedî 87,1 betal in. 
 
Navenda  lêkolînê, li Amed, Wan, Mêrdîn, Êlih, Sêrt, Bedlis, Şirnex, Îdir, Riha, Agirî, Çewlîk, Mûş, Colemêrg, Qers, Erdexan, Dêrsimê di mijdara 2019'da anket çêkir. Ji bo anketê bi 6 hezar û 907 jinan re rûbirû hevdîtin hatinkirin. 
 
Li gorî anketê zarok ji sedî 61,7 li gundan û ji sedî 38,3 jî li bajaran ji dayik bû ne. Jinên ku tevlî anketê bûn ji sedî 28,6'ê wan di navbera 0-1000 TL de, ji sedî 34,6'ê wan di navbera 1001-2000 TL de, ji sedî 24,4'ê wan jî di navbera 2001-3000 TL de, mûçe digirin. 
 
Ji sedî 88,4 jin jî xwendin û nivîsandina wan tune ye. Piranî jî jinên ku li malê kar dikin. Ji sedî 5 jin nikarin kar bikin. Ji sedî 4,4 bêkar in. Jinên karê malê dikin jî bê heq kar dikin.