Di meha Sibatê de 131 karkeran jiyana xwe ji dest dan

  • 12:47 6 Adar 2020
  • Ked/Aborî
STENBOL - Li gorî rapora ÎSÎG'ê ya di meha Sibatê de 2 jê zarok, 2 jê penaber û herî kêm 131 karkeran, di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane.
 
Meclîsa Tendirustî û Ewlekariya Karkeran (ÎSÎG) rapora cînayetên kar a meha Sibatê weşand. Li gorî raporê 131 karker di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. Hat diyarkirin ku ji 131 karkerên jiyana xwe ji dest dayîn 2 jê zarok, 2 jê penaber û 3 jî jin in. Hat destnîşankirin ku 2 zarokên jiyana xwe ji dest dayîn, di karên çandinî û înşaetê de mirine. 
 
Di raporê de întîxarên karkeran jî hat nirxandin û wiha hat gotin: “Di 7 salên dawî herî kêm 458 karkeran an li cihê kar, an jî ji ber karê xwe întihar kirine.” Di raporê de sedemên bingehîn ên întiharên karkeran weke deyn, bêkarî û nêzîkatiyên mobbîng hatin diyarkirin. Di raporê de hat destnîşankirin ku piraniya karkerên întihar kirin, di karên weke  çandinî, tenduristî, ewlekarî, înşaet, metal, şaredarî û karên giştî yên mil de xebitîne.