Karkerên çandiniyê wê di 8’ê Adarê de li qadan bin

  • 09:26 5 Adar 2020
  • Ked/Aborî
Fîlîz Zeyrek
 
EDENE - Jinên karkerên çandiniyê ku hem li malê hem jî di karên dixebitin de rastî binpêkirinên mafan tên, diyar kirin ku wê di 8’ê Adarê de li qadan daxwazên xwe bînin ziman û banga ‘ji bo ked û mafên xwe dakevin qadan’ kirin.
 
Jinên li serayên sebze yên bajaroka Adanalioglu ya Tarsûs a Mersînê dixebitin, bi lêv kirin ku wê roja 8’ê Adarê dakevin qadan û mafên xwe bixwazin.
 
‘Ax jî wek jinê jiyanê dide’
 
Belkis Onat ya bi malbata xwe re di temenê biçûk de ji Amedê koçî Mersînê kirine ji ber newekheviyê neçar dimîne dibistana xwe nîvco bihêle û di serayan de dixebite. Belkisê diyar kir ku yekane tişta ku Kurd jê nabe ax e û got: “Ax jî wek jinê jiyanê dide. Mezin dike. Em jin bi hev re dixebitin. Nebatên ku destê jinê lê dikeve cuda şîn dibin.”
 
‘Jin azad nebe civak jî azad nabe’
 
Belkisê destnîşan kir ku tevî keda ku didin beramberê keda xwe nagirin û wiha balkişand ser binpêkirina mafan: “Ji ber vê qadên 8’ê Adarê girîngin. Mudaxaleya li hember mafê jiyana jinê tecawiz e. Jin azad nebe civak jî azad nabe. Ez gotina Birêz Abdullah Ocalan ya ‘jin azad nebe civak jî azad nabe’ bibîr dixim û hemû jinan vexwendiyê qadan dikim.”
 
‘Hem li vir hem li malê kedê didim’
 
Mîhrîban Esen jî bi pitika xwe ya sê meh û nîv û zaroka xwe ya salek û nîv her roj  sibehê zû tê serayê û bi zarokên xwe re heta sat 17.00’an dixebite. Mîhrîban wiha got: “Zehmetiya li vir têr nake, li malê jî nasekinim. Li malê cil, xwarin, firaq û paqijiya zarokan dikim. Yanî ez bîhna xwe venadim. Ji bo pêşeroja zarokan em nikarin tiştekî bikin. Em hewl didin zikê xwe têr bikin. Ez pitika xwe ya sê mehî tînim vir. Gelek sar e. Ev min xemgîn dike. Sê roj berê nexweş ket. Sê rojan di nexweşxaneyê de ma. Ev min xemgîn dike lê tiştekî bikim tune ye. Jinbûn û dayikbûn li vî welatî zehmet e.”
 
‘Jin zêdetir kedê didin’
 
Mîhrîbanê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Krîzê bandorek mezin li me kir. Sera ya me ye. Ji ber krîza aborî em lêçûnên xwe jî dernaxin. Keda me wisa diçe. Em jin kedê didin. Ji çandinê heta berhevkirinê em dikin. Destê jinê pê nebe tu kar bisernakeve. Bila dest nedin jinan, bila rehet berdin. Ez ji bo 8’ê Adarê jî bang dikim. Bila jin bibin yek û xwedî li mafên xwe derkevin.”
 
‘Me tu car beramberê keda xwe negirt’
 
Rasîme Esen jî bi lêv kir ku 20 sal berê ji Qosera Mêrdînê koç kirine û ev tişt bi lêv kir: “Xeyala min e ku li ser axa xwe hilberînê bikim. lê mixabin em kedê didin axa kesên din. Tu car me beramberê keda xwe jî negirt. Tevî vî temenî ez neçarim havîn zivistan bixebitim. Ez û keçên xwe dixebitin. Em dixwazin jin azad bin. Bila zext û şîdet bidawî be. Em ê tevlî 8’ê Adarê bibin.”
 
Fîlîz Onat jî wiha got: “Min pitika xwe li malê hiştiye. Sê zarokên min hene. Em ji ser axa xwe koçber bûn. Em gelek kedê didin lê beramberê wê nagirin. Bi keda jinan ev sera hat avakirin. Em tenê li vir naxebitin, li malê jî dixebitin. 8’ê Adarê ji bo me jinan gelek girînge. Em li dijî şîdeta li ser jinan dakevin qadan. Bijî 8’ê Adarê.”