Jinên hatine îxrackirin 8’ê Adarê pêşwazî dikin: Me têkoşîna xwe mezintir kir

  • 09:18 5 Adar 2020
  • Ked/Aborî
Şehrîban Abî
 
WAN - Kedkarên tenduristiyê yên bi KHK’yên dema OHAL’ê hatin weşandin, hatin îxrackirin, têkoşîna piştî îxracan vedibêjin. Jinên ku hatin îxrackirin niha 8’ê Adarê pêşwazî dikin û peyama piştevanî û têkoşînê wiha didin: “8’ê Adarê, 25’ê Mijdarê û gelek rojên din wê bi têkoşînê zêdetir mezin bibin.”
 
Li Tirkiyeyê piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an şûnde bi OHAL’ê re bi KHK’yên hatin derxistin, 134 hezar kes ji peywirên wan hatin îxrackirin û ji van jî 25 hezar û 523 heb jin bûn. Jinên ku bi îxracan ji qadên kar hatin dûrxistin, ji bo xwe qadên cuda yên îstîhdamê afirandin.
 
Ji jinên ku hatin îxrackirin û bi wan şûnde gav nehat avêtin, yek Fatma Arslan ya hemşîre bû û ya din jî Şukran Açikgok ya ebe bû. Fatma ya li Wanê hemşîre bû bi  hejmara 692'yan a KHK'ê hat îxrackirin. Şukran Akçikgoz ya ebe ye jî piştî îxrac dibe ji bo debara xwe bike di kantîna fêrgehê de dixebite. Jinan diyar kirin ku ji ber pergala serdest a mêr ji hêza jinê tirsyaye, ew îxrac kirine û gotin li dijî zext, zor, şîdet, krîza aborî, binpêkirina kedê wê di 8’ê Adrê de li qadê bin.
 
‘Rihê têkoşînê em parastin’
 
Fatma Aslan, bi lêv kir ku ew û hevjînê wê bi hev re îxrac kirine û got: “Em gelek bi bandor bûn. Lê me sala ewil xwe da hev û me têkoşîna xwe meşand. Lê niha em îro krîza aborî ji kurahî hîs dikin. Ne tenê em hemû heval û gel dijîn. Me di karên cuda de dest bi kar kir. Niha ez li qadek cuda me. Ez hewl didim li vê qadê karê xwe bikim. Belkî hatina me zêde tune ye lê ji ber em têdikoşin, zêde bi bandor nabin. Ger ev rihê têkoşînê tunebûna, em ê li dijî qeyrana aborî gelek mexdûr bibûna. Vê rihê têkoşînê em parastin.”
 
‘Me zêdetir têkoşîna jinê esas girt’
 
Fatmayê bi lêv kir ku beriya îxracan jî berê xwe dane wan û got: “Ji ber em di nava têkoşîna sendîkal de bûn, em hatin îxrackirin. Jin xwedî hêza ku civakê biguherîne ye. Dema jin tiştekî biguhere bi ser dikeve. Pergalê jî ev dizanibû. Wek xetere dît. Ji ber vê xwest jinan bêdeng bike. Pergalê got wê bi îxracan bi bandor bibin, lê mixabin bi ser neketin. Me têkoşîna jinê zêdetir esas girt.”
 
‘Ger em bixwazin em dikarin bi ser bikevin’
 
Fatmayê destnîşan kir ku 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê di alî têkoşîna jinan de rojeke gelek girîng e û peyama 8’ê Adarê wiha dide: “Divê hemû jin di 8’ê Adarê de li qadê bin. Em jin bên cem hev em ê gelek tiştî biguherînin. 8’ê Adarê, 25’ê Mijdarê û gelek rojên din wê bi têkoşîna jinan mezintir bibe.”
 
‘Herî zêde yên îxrac bûne ji qeyranê bi bandor bûn’
 
Şukran Açikgoz a ku 18 salan di qada tenduristiyê de wek memûr xebitî û du zarokên wê hene jî bi KHK’ê hat îxrackirin û ev tişt anî ziman: “Herî zêde kesên hatin îxrackirin ji qeyrana aborî bi bandor bûn. Li aliyekî min plana xwe kiriye û min rehetiya aboriya xwe girtiye dest. Li ser vê jî qeyranek aborî hat hat jiyîn. Lêçûna mutbexa ku berê hezar û 500 bû niha bi 3 hezarî nayê kirin. Bêguman em kesên hatin îxrackirin zêdetir bi bandor bûn. Min û çend hevalên xwe yên din kar dît. Bi dehan hevalên me kar nedîtin. Piştî îxracê me hêviya xwe winda nekir. Dîsa jî min digot ‘min çi kir’. Li dijî vê min têkoşîn tercîh kir. Ji şeva ewil de min dest bi çêkirina paste, borek û baqleweyan kir. Bi van sîparîşan min demek dirêj debara xwe kir. Piştre li kantîna fêrgehê xebitîm. Gelek jî baş bû.”
 
‘Piştevaniya sendîkayê her tim destkeftî ye’
 
Şukranê di berdewamiyê de ev tişt bi lêv kir: "Îxrac ne dawiya cîhanê ye. Memurtiya dewletê koletiyeke hatiye hînbûn e. Kesên dîplomeyên wan tunebûn dihatin talîmat didan me. Em memur bûn, neçarî me serî ditewand. Piştî ez îxrac bûm min bi awayekî azad pereyê xwe qezenc kir. Piştevaniya sendîkayê her tim destkeftî ye. Dengê gelek kesî ye. Gelek kesî digot ‘hûn ne sendîkayîbûna hûn ê nehatibana îxrackirin’. Em ji karê xwe bûn, lê yên herî zêde piştgirî dan me ew bû. "
 
‘Divê em li qadên 8’ê Adarê bin’
 
Şukranê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya ewil a îxracê û got hewl dihat dayîn ku jinan hepsê malê bikin lê bi ser neketine û got: “Ez vê bangê li jinan dikim. Jin rastî her cureyê şîdet û zextê tên. Divê em hemû li dijî van pêkanînan li qadên 8’ê Adarê bin û dengê xwe bi hev re bilind bikin.”