Baretiyên Azad: Divê di nav TMMOB'ê de nûnertiya jinan bê zêdekirin

  • 09:11 4 Adar 2020
  • Ked/Aborî
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Jinên Baretiyên Azad diyar kirin ku divê di TMMOB’ê de nûnerjiya jinan bê zêdekirin û gotin: “Wê kotaya me ya nûneriya jinan û hevserokatiyê hebe. Bi hevserokatiyê wê ji bo jinan qad bê nasîn û wê jin di rêveberiyê de zêdetir bibin xwedî gotin.”
 
Plaftoma Plansazkarên Bajar a Mîmar û Endezyarên Azadîxwaz (Baretiyên Azad) di nava Yekitiya Odeya Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) de xwe nû bi rêxistin kir. Xwendekara Beşa Endezariyariya Înşatê ya Zanîngeha Dokuz Eylulê Ozlem Gunduz û xwendekara Beşa Mîmariyê ya Zanîngeha Demokrasî ya Îzmîrê Berîvan Akbiyik diyar kirin ku Yên bi Baretên Azad hest û aqilê jinên li her derê dide hîskirin û di TMMOb’ê de ji bo nûneriya jinan zêde bibe divê hevserokatî hebe.
 
‘Hedefa me avakirina civaka polîtîk a ehlaqiye’
 
Ozlem Gunduz diyar kir ku avakirina ‘Baretiyên Azad’ çend sal bû dihat fikirîn û lê bi awayekî fermî çend meh berê hatiye aşkera kirin û piştre hedef hatin girtin. Ozlemê wiha berdewam kir: “Em li dijî pergalê bi awayekî zelal disekinin. Em dikarin bêjin ku em bi biryarin ku nêrîna jinê li endezyarî û hemû qadan belav bikin. Hedefa me avakirina civaka polîtîk ahlaqiye. Di pêvajoya pêş de ji bo xurtbûna rêveberiyên herêmî û bi modernîteya demokratîk re di qada endezyariyê de, xebatên xwe di alî pratîk û teorî de pêş bixin danîn holê.”
 
Ozlemê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ew hedef dikin ku bi nêrîna jinê her tiştî binirxînin û lêkolîn bikin û got: “Di her xebata em dikin de, ji xebatê li dijî nuklerê bigirin heta bajarvaniya şaş hemû pirsgirêkan bi nêrîna jinê digirin dest. Em jin wisa berpirsyariyê digirin. Qadên me qadên mêrane. Li van qadan vekirina cih û bi nêrîna jinê guhertin di alî veguhertinê de, em balê dikşînin ser nokteyeke gelek xweş.”
 
‘Bi hevkariyê wê endezyarên jin bên dîtin’
 
Berîvan Akbiyik jî balkişand ser kêmbûna hejmara jinan a di beşên endezyariyê de û got hem li beşa xwe hem jî li şantiyeyan rastî newekheviyê tên û got: “Mîmarî û endezyarî hem di civak, hem di dewletê de wek pîşeya jinê nayê dîtin. Bi hevserokatî û nûneriya jinan wê kotaya me hebe. Bi hevserokatiyê wê ji bo jinan derfetê qadan bê nasîn û wê jin di rêveberiyan de bibin xwedî gotin. Em ê nîşan bidin ku endezyarî û mîmarî ne tenê pîşeya mêran e. Wê nêrîna civakê jî biguhere. Wê di teoriyê de nemîne û bikeve pratîkê.”