Jinên Kedkar wê di 8’ê Adarê de ji bo mafên xwe li qadan bin

  • 09:13 29 Sibat 2020
  • Ked/Aborî
AMED - Nûnerên Sendîkayên Amedê diyar kirin ku yên bi KHK’ê hatin îxrackirin û bi krîza aborî ji qada kar hatin dûrxistin jin bûne û bi lêv kirin ku wê di 8’ê Adarê de ji bo daxwazên xwe dakevin qadan. Her wiha bang li hemû jinan kirin ku hemû jin dakevin qadan.
 
Endama Lijneya Rêveberiya Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) Fatma Yildizhan, Sekretera Jinan a Hejmara 1 a Egîtîm Senê Zeynep Aykat, endama Lijneya Rêveberiya Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Rêveberiyên Herêmî û Hemû Şaredariyan (TUM BEL-SEN) Nîhal Yanik bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê hemû jin dawetî qadan kirin.
 
‘Sedem ferzkirina koletiyê ye’
 
Fatma Yildizhan destnîşan kir ku li hemû cîhanê yên ku ewil keda wan tê xespkirin jin in û diyar kir ku zîhniyeta serdest a mêr ku îradeya jinê tune dihesibîne îro jî didome û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Yek ji parçeyên şîdeta li ser jinê ev e ku dixwazin jinan ji qada civakî dûr bixin. Bi KHK’yan gelek jin ji karê wan hatin dûrxistin. Armanc ev e ku jinan hepsê malbatê bikin. Jinan tenê di statuya dayikbûn, xizmetê de dibînin. Pergal hewl dide ku koletiyê li jinan ferz bike.”
 
‘Terora mêr xwedî dike’
 
Fatmayê bi lêv kir ku di 3-4 salên dawî de şîdeta li ser jinê hatiye nokteya terora mêr û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her roj jinek tê kuştin. Pergal li dijî vê bêdeng e. Ev jî tê wateya ku pergal terora mêr xwedî dike. 8’ê Adarê ji bo jinan rojeke giarîng e. Em ê li dijî xespkirina îradeya jinê biçin 8’ê Adarê. Em hemû jinan li dijî tecrîd, şer û şîdetê dawetî qadan dikin.”
 
‘Hewl didin jinan ji qada kar bikşînin’
 
Zeynep Akat jî bal kişand ser têkoşîna jinan û diyar kir ku sala borî jinan têkoşîneke mezin dane û ligel vê jî binpêkirina mafan a li hember jinan derketiye asta herî jor û wiha pê de çû: “Binpêkirina kedê wek her qadê li qada me jî zêde hat jiyîn û hîna jî didome. Şertên îstîhdama jinan li gorî ya mêran kêmtir e. Feraseteke ku jinan ji qada kar bikşînin heye. Divê em li dijî vê bibin yek, li kolan û qadan xwe nîşan bidin. Em hemû jinan dawetî qadên 8’ê Adarê dikin. Bila di vê têkoşînê de hemû jin bêjin em jî hene.”
 
‘Em ê têkoşîna xwe biqîrin’
 
Nîhal Yanik jî bal kişand ser têkoşîna maf a jinan û 8’ê Adarê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “8’ê Adarê ji bo jinan rojeke gelek girîng e. Di sê salên dawî de li hember jinên kedkar û karker binpêkirinên cidî hene. Em niha diçin 8’ê Adarê. Em ê li dijî hemû binpêkirinên mafan, tecawiz û tecawizê têkoşîna xwe mezin bikin û li qadan jî vê biqîrin.”