KESK: Ji sedî 92'yê jinan li cihê kar bi tundiyê re rûbirû dimînin

  • 14:43 27 Sibat 2020
  • Ked/Aborî
ENQERE - Jinnên ku tevli lêkolîna KESK'ê ya derbarê "Nûnertiya jinê ya jinên kedkar a li cihê kar" bûn nîvê wan diyar kirin ku ew ji ber zayenda xwe li cihê kar bi tundiyê re rûbirû dimînin û ji sedî 92'yên wan jî aşkera kirin ku bi tundiyê re rûbirû dimînin.  
 
Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) , bernameya xwe ya ku wê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de û encamên anketa ku bi sernavê "Nûnertiya jinê ya jinên kedkar a li cihê kar" li Enqereyê li Navenda xwe ya Giştî bi civîneke çapemeniyê bi raya giştî re parve kirin.
 
Di civîna ku encamên lêkolînê bi sînevîzyonê hatin ragihandin de Sekretera Jinê Gulîstan Atasoy axivî. Gulîstan diyar kir ku ew di pêvajoyeke ku tundiy li ser jinê zêde bûye de diçin 8'ê Adarê  û wiha got: "Ev pêvajoykek ku şer, mîlîtarîzm, paşverûtî û tundiya  li ser jinê zêde bûye  û jiyana jinê rehîn girtiye ye." Lê gel van hemû pêkanînan em wekî jinên KESK'î di kelecana ku em ê têkoşîna xwe ya azdiyê bibin 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de ne û em amadekariya vê rojê dikin. Em ê li nasnameya xwe ya jinê ku tune tê hesibandin xwedî derkevin û bibêjin 'xweza ez im, hilberîner ez im, ked ya min e. jiyan ya min e û ez jin im' û em ê derkevin qadan." 
 
Gulîstanê encama anketa ku pêk anîn jî nirxand û wiha got: "Ji anketê jî aşkera dibe ku kedkarên jin bi gelek pirsgirêkan re rûbirû dimîn. Bi lêkolîneke berfirehtir dikare ev pirsgirêk bên zelalkirin. Bi vê lêkolîna ku ji aliyê KESK'ê ve hatiye kirin jî derketiye holê ku daxwazên me û pêşniyarên me yên çareseriyê û têkoşîna me çiqas girîng e. Em ê têkoşîna xwe hat serdema bê berdewam bikin. Gulîstan bang li hemû jinan kir ku di 8'ê Adaê de derkevin qadan."
 
Di berdewamiya axafitnê de KESK'ê bernameya xwe ya çalakiyên xwe ên 8'ê Adarê jî aşkera kir.