‘Butçeya ji şer û çeteyan re tê veqetandin bila ji ciwanan re bê veqetandin’

  • 09:15 24 Sibat 2020
  • Ked/Aborî
Gulîstan Azak
 
STENBOL - Damezrînera DEM-SEN'ê Rahîme Îldemîr Bayrak diyar kir krîza aborî ya ji ber butçeya ji şer re hatiye veqetandin kûr bûye û mirovan ber bi întîxaran ve dibe û got: “Butçeya ji şer û çeteyan re tê veqetandin bila ji kedkar, teqawît û ciwanan re vê veqetandin.” Guldana Akça ya teqawît jî got: “Gelo serokomar mirina me dixwaze?”
 
Krîza aborî her diçe kûr dibe û li aliyê din jî êrîşên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Esnaf dukanan digirin. Patron jî  vê wek derfet dibînin û ewil jinan ji kar derdxin. Ji ber krîza aborî û betaliyê gelek kesî wek bertek dawî li jiyana xwe anîn. Jinan der barê krîz û encamên wê de nêrînên xwe anîn ziman.
 
‘Divê em li dijî vê pergala rizyayî dengê xwe bilind bikin’
 
Damezrînera Hewldêrî ya Sendîkaya Teqawîtên Demokratîk (DEM-SEN) Rahîme Îldemîr Bayrak diyar kir ku beşeke mezin a butçeya welat ji şer re tê veqetandin û butçeya ji şer re tê veqetandin jî krîza aborî kûr dike û gel ber bi întîxarê ve dibe. Rahîmeyê got zemên biçûk yên ji bo mûçeyê teqawîtan tê veqetandin jî  li hember zemên tên kirin dihele û got: “Li vî welatî xwendekarên zanîngehê dawî li jiyana xwe tînin.  Li welat mîlyonek nîv ciwanên betal hene. Ciwan kar nabînin. Em dixwazin butçeya ji şer û çeteyan re tê veqetandin ji ciwan, ên teqawît bûne û kedkaran re bê veqetandin. Her roj zema nû tê kirin. Em bi pêkanînên dijdemokratîk re rû bi rû ne. Ez bang li hemû aliyên bindest dikim. Em li dijî vê pergala rizyayî dengê xwe bilind bikin.”
 
Rahîmeyê bi lêv kir ku krîza aborî herî zêde jinan mexdûr dike û yek ji sedemên kuştinên jinan jî şer û krîza aborî ye û got: “Mêr bi destê dewletê jinan qetil dikin. Em bang li gelan dikin ku li dora komeleyên demokratîk xwe rêxistin bikin û dengê xwe bilind bikin.”
 
‘Gelo serokomar mirina me dixwaze’
 
Guldana Akça daxuyakirin ku xizanî li gel tê ferzkirin û wiha bertek nîşan da: “Li welat mirov hatine asta ku dawî li jiyana xwe bînin. Em wek teqawît jî hatine asta întîxarê.  Ji ber ku jiyan nemaye. Her roj zem tên kirin. Em her roj deyn dikin. Divê êdî ji vê rewşê re bêjin êdî bes e. Têkoşîna me jî bê encam dihêlin. Dikevin nava şer. Ji bo rantê projeyên vala îmze dikin. Yên gel baldar digirin jî tune ne. Gelo serokomar mirina me dixwaze?”