Têlkarî bi destên jinan teşe dibe

  • 09:06 19 Sibat 2020
  • Ked/Aborî
Medîne Mamedoglu
 
MÊRDÎN - Yek ji sê hosteyên jin ya telkariyê ku li Mîdyadê vî karî dike Munnever Akbulut e diyar dike ku ji bo vê hunerê sebir pêwist e.
 
Li navçeya Mîdyad a Mêrdînê çanda têlkariyê ku xwe dispêre beriya zayînê hîna jî eleqeyek mezin dibîne. Munever Akbulut ku der barê hunera têlkariyê de dibistan xwendiye yek ji sê hosteyên jin yên li navçeyê ye. Muneverê da zanîn ku ji bo vî karî sebir divê hebe û got bi çêkirina têlkariyê kêfxweş dibe.
 
Muneverê wiha dibêje: “Min du sala li zanîngehê perwerdeya wê dît. Piştî du salan niha di çarçoveya projeyê de li Mîdyatê dixebitim. Vê hunerê li ser sifir fêr dikin. Piştre em derbasî zîv dibin. Ewil ji aliyê Suryanî û mêran ve dihat çêkirin. Piştre jinan jî xwe pêş xist. Ez jî li navçeyê yek ji sê hosteyên jin im.”
 
‘Em bi têlên zîv çêdikin’
 
Munevverê daxuyakirin ku têlkarî karekî zehmet e û got: “Ji bo vê hunerê divê sebra mirovan hebe. Di çêkirinê de em motîfên aydê Mîdyadê bi kar tînin. Turîst eleqeyek mezin nîşan didin. Ez karê xwe bi hezkirin dikim. Em naxwazin ev huner winda bibe. Ez dixwazim fêrî jinên din jî bikim. Ev hunereke divê neyê tunekirine.”