Krîz wê bibe sedema têkçûna xeyalên wê

  • 09:10 17 Sibat 2020
  • Ked/Aborî
Şehrîban Abî
 
WAN - Kadriye Kurt ya ku alavên bermahî ji nûve dinirxîne wiha got: “Min bi hêviyeke mezin dikana xwe vekir. Niha em nikarin kirêya xwe derbixin. Em difikirin ku dikanê bigirin. Xeyal jî carna têr nakin.”
 
Li navçeya Erdîşa Wanê jina bi navê Kadiye Kurt bi bermahiyan alavên xemlê çêdike. Kadriye ku ji bo vê dikanek vekir, bi van berheman jî debara xwe dike.
Kadriye ji Beşa Hunera Destan a Dibistana Bilind ya Pîşeyî ya Beypazari ya Zanîngeha Enqereyê mezun bûye. Kadriyeya ku ji xwe re dikanek vekir, niha ji ber krîzê têkoşîna jiyanê dide.
 
‘Ez dikarim her tiştî vebiguherinim’
 
Kadriyeyê got ji temenê biçûk de eleqeya wê ji bo hunera destan heye û got ji zarokatiya xwe de alavên bermahî vediguherîne û got: “Derfetên min zêde tunebûn. Ji ber vê min tiştên kev û bermahî vediguhert. Min li dibistanê her tim tiştek bi cilên xwe zêde dikir. Piştî lîseyê min biryar da ku hunera destan bixwînim. Min veguhertin ji mamosteyek xwe fêr kir. Ez niha dikarim her tiştî veguherînim."
 
Ji kaşilê hêkê kulîlk, ji kartonan çarçoveya wêne…
 
Kadriye wiha dibêje: “Ez li ser daxwaza kesan ji boyaxa kok çenteyên otantîk, ji kumaşên kevn û texte qutiyên xişir, şujde, qutiyên cilan çêdikim. Ji bizmarên biçûk û bendên rengîn jî wêneyan çêdikim. Ez çamên şikestî dihelînim û dikim xişir. Ligel vê alavên cîz çêdikim. Ji kaşilê hêkê kulîlkan çêdikim. Ji kartonan çarçoveya wêneyan çêdikirim. Ji nebatan bîhnên odeyan çêdikim.”
 
‘Beramberê keda xwe nagirim’
 
Kadriyeyê got bi vî karî debara xwe dike û niha ji ber krîzê nikare kirêya xwe bide û got ew beramberê keda xwe nagire. Kadriyeyê da zanîn ku ji ber krîzê hatiye asta ku dukana xwe bigire û got carna xeyal jî têrî tiştekî nakin.