Gulbeyaz bi pereyê ji selikên ku bi keda xwe çêdike, dixwaza atolyeyekê veke

  • 09:06 14 Sibat 2020
  • Ked/Aborî
Medîne Mamedoglu
 
MÊRDÎN - Gulbeyaz Guneş ya bi kaxizên rojnameyê, baskên garis û genim selikan çêdike, hunera aydê dema berê didomîne û hedefa wê ev e ku bi pereyê ji van selikan qezenc dike atolyeyekê veke.
 
Gulbeyaz Guneş ev çand ji mezinên xwe fêr bûye, îro didomîne û bi derfetên xwe selikan çêdike, hedef dike ku bi qezenca vê atolyeyekê vebike. Gulbezayê da zanîn ku bi baskên genim, garis û parçeyên rojnameyê selikan cuda çêdike û got ev ji bo wê wek hobî ye.
 
Ji her tiştî fêdeyê digire
 
Gulbeyazê bi lêv kir ku di sepetên çêdike de yek alaveke çêker bi kar nayne û got: “Demek dirêj e van selikan çêdikim. Ez dema xwe wisa derbas dikim û ji bo min wek hobî ye. Ji alavên cuda çêdikim. Hemû alavên min xwezayî ne. Ji bo boyaxa pîvazan, baskên garis û parçeyên rojnameyê çêdikim. Demek dirêj ev selikan dikarin bên bikaranîn. Berê pir zêde dihatin bikaranîn.”
 
‘Hedefa min vekirina atolyeyê ye’
 
Gulbeyazê daxuyakirin ku hedefa wê ev e ku bi pereyê vê atolyeyekê vebike û got xeyala wê ev e ku bi jinan re li atolyeyek selikan çêbike û got: “Ji bo jinan xebatên wisa girîng û xweş in. Derfetê me hebe em ji bo jinan dixwazin atolyeyekê vebikin. Jin wê hem hilberînin hem jî qezenc bikin. Ez ji mezinên xwe ve hîn bûm. Selikên em çêdikin wek alavên xemlê jî dikarin bên bikaranîn. Hemû ji madeyên organîk tên çêkirin. Yên berê bi van selikan gelek hewcedariyên xwe çareser dikirin.”