Zahîde bi tezgaha xwe li dijî krîzê têdikoşe

  • 09:12 11 Sibat 2020
  • Ked/Aborî
Fîlîz Zeyrek
 
EDENE - Zahîde Aslan catiriyê li çiya kom dike, nane û bexdenûsa ji li baxçeya xwe diçine. Zahîde piştî komkirine tîne û li bazarê difroşe, pê debara mala xwe dike. Zahîde diyar kir ku ew bi vî awayî li dijî krîzê têdikoşe.
 
Zahîde Aslan ya 60 saliye li bazara taxa Şakîrpaşa a Seyhan a Edenê tezgah vekiriye û du salin catirî, bexdenûs û naneyê difroşe. Zahîde catirî ji çiyayê gundê Başpinar a bajarê xwe Semsurê kom dike û nane û bexdenûsê jî baxçeyê xwe diçîne. Zahîde bi vî awayî li dijî krîzê têdikoşe.
 
Zahîdeyê da zanîn ku catiriya ku  ji çiyan kom dike, hişk dike û tîne ser tezgaha xwe difroşe û got: “Ez tenê debara xwe dikim. Ez catiriyê çiyan kom dikim. Min li malê hişk kir. Bêguman wisa hêsan nîne. Dema komkirinê rastî xetereyan têm. Min gelek caran destê xwe birî. Ez bi rîska ketinê re hatim rû hev. Nebatên ku ez kom dikim organîk in. Nane û bexdenûsê ez diçînim. Ez wan jî hişk dikim. Fêdeyên wan gelek zêde ne. Divê zivistanê teqez bên bikaranîn. Hefteyê carê têm bazarê. Sala ewil hinek baştir bû. Lê karê me her diçe xera dibe. Her tişt bûye. Tevî her tiştî ez niha 2 hefte carê têm vir. Xebat xweş e û hêzê dide min.”