Li dijî zema tê kirin bertek: Fatureya krîzê li me bar kirin

  • 09:07 10 Sibat 2020
  • Ked/Aborî
Gulîstan Azak
 
STENBOL- Welatiyên Stenbolê ku li dijî krîzê têkoşîna jiyanê didin, diyar kirin ku fatureya krîzê li wan tê barkirin û gotin: “Hikûmet bi kevçî dide bi heskê digire. Em bi zemê radibin û radizên. Ev întîxar ji ber krîzê pêk tên. Hikûmet li şûna ku bêrîka xwe tije bike bila li rewşa ciwan û gel binêre.”
 
Welatiyên barê giran yê krîzê nikarin rabikin, êdî nikarin ji mala xwe jî derkevin. Întîxara xwendekara zanîngehê Sîbel Unlî hîna di rojevê de ye û di meha çile de bursên xwendekarna dereng hat razan.
 
Sade Çakir bi lêv kir ku hikûmet bi pirsgirêkên gel re eleqeder nabe û got: “Hikûmet li şûna bêrîka xwe tije bike bila li rewşa welat binêre. Her tişt aşkera li holê ye. Hewce bi gotinên zêde tune. Mirov êdî her tiştî dizanin û dibînin.”
 
‘Sedema întîxaran krîz e’
 
Elîs Çakir jî daxuyakirin ku dewlet li şûna berjewendiyên gel, berjewendiyên xwe dide pêş û wiha pê de çû: “Encama krîzê li gel tê birîn. Krîz li holê ye û dibêjin ‘aborî mezin dibe’. Ger krîza aborî tune be ev întîxar û mirin çima pêk tên gelo?”
 
‘Krîz bandorek mezin li mirovan dike’
 
Onay Yeşariye ku kulîlkan difroşe jî diyar kir ku tevî ku bihayê kulîlkan gelek daxistiye jî kes nikare bigire û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Girtina kulîlkan jî êdî luks e. Ciwan betal in û li qadan digerin. Divê hikûmet ji van ciwanan re qada kar biafirînin. Em jî tenê birçî nemînin dixebitin. Her tişt holê ye.”
 
Gulşen Ozkiyici jî bal kişand ser bandora krîzê ya li ser gel û berteka xwe wiha anî ziman: “Hikûmet bi kevçî dide, bi heskê digire. Em radibin zem radizên zem e. Em êdî nikarin tiştekî bigirin.”