‘Em êdî nikarin fatureyên xwe bidin’

  • 09:27 9 Sibat 2020
  • Ked/Aborî
Fîlîz Zeyrek
 
EDENE - Emîne Ecan a li Edenê li gel temenê xwe yê mezin 35 sal e dirûnvaniyê dike, li gel pirgirêkên xwe yên nexweşiyê jî  neçare bixebite. Emîneyê diyar kir ku ji ber krîzê bi zor debara xwe dikin û got: “Em êdî nikarin fatureyên xwe bidin.”
 
Emîne Ercan ya li taxa Barbaros a Seyhana Edenê ddijî 35 sale dirûnvaniyê dike. 55 sal berê ji navçeya Samsat a Semsurê koçî Edenê kiriye û bi dirûnvaniyê debara malbata xwe kiriye.
 
‘Em nikarin debara xwe bikin’
 
Emîne di dukana ku vekiriye de 9 zarok mezin kirine û niha li zarokê xwe yê nexweş û 4 neviyên xwe dinêre. Emîne diyar dike ku ji bo hewcedarî kesî nebe şalwaran didrû û cil, bergan tamîr dike û got: “Di heman demê de diçim li zeviyan  dixebitim. Debar gelek zehmet bûye. Min 9 zarok mezin kirin. Niha ez li kurê xwe yê nexweş û 4 neviyên xwe dinêrim. Ez gelek ji xebatê hez dikim lê êdî westiya me. 73 salî me. Ji ber temen jî zehmetiyan dikşînim. Pişta min diêşe.”
 
‘Min temenê biçûk de dayika xwe winda kir’
 
Emîneyê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku ew tenê nan dibe mala xwe û got: “Ji ber vê jî ez ê xebatê bidomînim. Dayika min dema ku biçûk bûm jiyana xwe ji dest da. Ji ber vê barê malê ket ser milê min. Ji ber vê min nexwend. Bavê min kumaş dianî malê. Dixwest em bibin xwedî pîşe. Me her carê kumaş xera dikir lê wî dîsa dianî. Bi saya bavê xwe bi salane ji vî karî nan dixwim.”
 
‘Aboriya her kesî xera bû’
 
Emîneyê destnîşan kir ku dema nû dest bi xebatê kiriye ewil tiştên biçûk dirûtiye, tamîrata cilan kiriye û got: “Niha ji ber hêza aborî ya kesî tune û kincên amade yên dirûtî ji ber ku ji wan re erzand tên diçin digirin. Em di van şertan de nikarin debara xwe bikin. Berê me baş qezenc dikir. Niha ne wisa ye. Em nikarin fatureyê av û ceyranê jî bidin. Ez 4 neviyên xwe didim xwendin. Lêçûna wan ez didim. Lê rewş çawa dibe nizanim. Divê ev krîz bidawî bibe. Esnaf hemû wek me ne.”