Melek bi firotina pincaran debara xwe dike

  • 09:03 4 Sibat 2020
  • Ked/Aborî
Medya Uren - Şehrîban Aslan
 
AMED  - Melek Ozdemîr bi firotina pincaran debara mala xwe dike û 6 zarokên xwe xwedî dike. Melek got: "Ez serê sibêhe dest bi çinandina pincaran dikin û piştre jî li sûkên Sûrê difroşim. Lê qeyrana aborî bandorê li karê me jî kiriye û em nikarin êdî debara mala xwe bikin."
 
Li Amedê cûreyên pincaran dibe çavkaniya debara gelek malbatên xizan. Qeyrana aborî herî zedê bandorê li malbatên xizanan dike. Malbatên ku debara bi çandin û çinandina pincaran dikin ji ber qeyrana aborî zehmetiyan dijîn. Li Amedê jina bi navê Melek Ozdemîr li Hevsela Sûrê ya Amedê bi çinandina pincaran debara xwe dike. 
 
Melek Ozdemîr 36 saliye û 5 sal beriya niha hevjînê wê jiyana xwe ji dest daye. Melek dayika 6 zarokan e û 3 zarokên wê ji dixwînin. Melek di nav xizaniyê de hewl dide debara mala xwe bike û zarokên xwe xwedî bike. Melek di demsala biharê de bi dayika xwe re diçe navçeya Hezroyê pincarên wekî tuzik, tolik, geznek, nanê çûkê kom dike û her wiha li baxçeya Hevserê jî roka û bexdenoz diçîne. Melek tiştên ku diçîne li kuçeyên Sûra Amedê difroşe û bi qasî 15 sal in vî karî dike.
 
Ji bo zarokên xwe hewl dide 
 
Melek di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser keda ku dide û wiha dom kir: "Em di saet 06:00’an de radibin û diçin çolê. Em di serî de agir pêdixin û xwe germ dikin û piştre dest bi komkirina pincaran dikin. Em dorveger dixebitin. Heta dirêngê êvarê em pincarên xwe kom dikin û piştre berê xwe didin malê. Lê belê dema em tên malê karê me naqede û em dest bi karê malê, wekî paqijî, xwarin, cil şûştin û hwd. dikin. Piştî rojek din em berê xwe didin sûkên Sûrê û pincarên xwe difroşin. Ez hewl didim ku bi bifirotine pincaran debara mala xwe bikim. Ez 6 zarokan xwedî dikim. Ez dixwazim zarokên xwe bidim xwendin. Lê derfeta min têr nake."
 
Qeyrana aborî bû felaketa me’
 
Melek, diyar kir ku qeyrana aborî êdî gel bêzar kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Qeyrana aborî bû felaketa me. Em serê sibêhê heta dirêngê evarê ked didin lê beramberê wê em tiştek qezenç nakin. Demên borî ez rojek dixebîtim tera min dikir û niha ez 3 rojan dixebitim lê têra min nake. Qeyrana aborî bêtir bandorê li xizanan dike. Xizan êdî fetisin ji qeyranê lê haya kesî ji tûneye. Em li gel ev qas mexdûriyetê em neçarin ku bixebitin. Ji ber ku em nizanin karekê din bikin. Êdî em nikarin bi vî rengî bijin."
 
Melek ligel ev qas zor zehmetiyan dijî jî di nava axaftina xwe de bal kişand ser feydeyên pincarên çolê jî û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Pincarên ku li çolê tên komkirin gelek bi feyde ne. Ji ber ku madeyên kîmyewî di nav de nîne. Ji bo hîn nexweşiyan em dikarin pincaran bikarbînin."