‘Hun nikarin kêmasiyan bikin sutiyê gel’

  • 09:09 3 Sibat 2020
  • Ked/Aborî
Rengîn Azîzoglu
 
AMED - Endama TMMOB’ê Arîn Zumrut der barê krîza aborî ya her diçe giran dibe de nirxandin kir û wiha got: “Li deverên cuda yên welat bûyerên întîxarê tên jiyîn. Civak hatiye vê astê, divê mirov runin û bifikirin.  Hewl tê dayîn ku mirovan bi birçîbûnê terbiye bikin. Mirov di vê rewşê de jî dibêjin qey ew nikarin yên wan bi rêve dibin, rexne bikin.  Lê hêza me ya ku em biguherînin heye. Hun nikairn hemû barî bikin sutiyê gel.
 
Endama Yekitiya Odeya Mîmar û Endezyaran a Tirk (TMMOB) Arîn Zumrut der barê bandora krîza aborî, zemên dema dawî li ser hev tên kirin û tedbîrên li hember vê de nirxandin kir.
 
‘Tabloyek bi êş heye’
 
Arînê daxuyakirin ku li welat krîzeke cidî heye û got ev krîz ne tenê krîza aborî, krîza ku îktîdar nikare bi rêve bibin jî heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hatine nokteyeke ku gelek pirsgirêk kûr û giran bûne. Em di hawêreke wisa de dijîn; gotina ‘krîz heye’ jî sûc tê hesibandin. 4-5 sale  ji xwe em dibînin ku ev çawa bandor li jiyana me dike. Ev krîz civakê bi teşe dike. Tu tişt ji hev serbixwe nîne. Dema mirov nikaribin nan bibin malên xwe tiştên din derdikevin holê. Ev dibe sedema şîdeta li ser jin û zarokan. Bê diyalogiyê ferz dike. Saetên mesayiyê ku divê 8 saet bin, ji ber kar nayê dîtin, tên dirêjkirin. Ji ber kar tune mirov di şert û mercên nebaş de dixebitin. Kes jî dengê xwe dernaxe. Tabloyeke bi êş li hember me ye.”
 
‘Barê krîzê dikin sutiyê gel’
 
Arînê bi lêv kir ku çend meh berê butçe hatiye diyarkirin û got butçe ji bo cihên ku hikûmetê daxwaz kiriye hatiye veqetandin û ev tişt anî ziman: “Welat di krîzeke kûr de ye û hikûmet çavkaniyên heyî jî ji bo qadên xwe dixwaze vediqetîne. Em rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên pîşeyî û hindekar dibêjin ku; ger butçeyek bê diyarkirin divê li gorî gel bê diyarkirin. Divê butçe ji bo şer neyê veqetandin an jî ji bo saziyekê neyê veqetandin. Butçeya ji bo diyanetê tê veqetandin, bi hinceta têr nake dubare dubare didinê. Em vê rexne dikin. Çima ji bo perwerde û tenduristiyê nayê veqetandin. Hun butçeyan li gorî çi vediqetînin? Li welat krîzeke aborî ya cidî heye, ji bo ji vê rewşê xilas bibin jî yek rêbaza wan heye ew jî zem e.  Yanî krîza heyî dikin sutiyê gel.”
 
‘Hikûmet li ser pişta gel çavkaniyê bidest dixe’
 
Arînê di berdewamiyê de bertek nîşanê zema tê kirin da û got ji bo fatura avê ji sedî di navbera 35 û 330 de zem tê kirin û got: “Gelo ev bi kîjan mantiqî dikare bê vegotin? Hikûmet ji bo xwe bide hev li ser pişta gelê xizan çavkaniyê bi dest dixe. Mirov ji bo ji bin vê zemê derkevin serî li rêbazên cuda didin. Li karên zêde digerin an jî bi saetên dirêj dixebitin. Karkeriya zarokan zêde bû. Li welat li deverên cuda întîxar zêde bûne. Divê em runin û bifikirin. Ji bo ev tabloya bi êş ji holê rabe em dikarin çi bikin. divê em li ser hûr bibin. Em wek TMMOB’ê der barê mijarê de xebatên xwe dimeşînin. Divê bertekên demokratîk bên nîşandan.”