Berhemên ku bi destê xwe hildiberînin li bazarê difroşin

  • 09:08 3 Sibat 2020
  • Ked/Aborî
Fîlîz Zeyrek
 
EDENE - Jinên li bazara taxê ya Seyhanê berhemên ku bi destê xwe hildiberînin difroşin, li dijî krîza aborî têkoşîna jiyanê didin. Jinan diyar kirin ku ligel zehmetiyan jî xebata jinê girîng e û gotin: "Ew bi rihê piştevaniya jinê kedê didin û divê hemû jin tevlî hilberînê bibin.”
 
Jinên li taxa Havuzlubahçe ya Seyhan a Edenê dijîn, li bazara taxê xurekên bi destên xwe çêdikin difroşin, pê debara xwe dikin. Jina bi navê Zekiye Yildir diyar kir ku aborî her diçe xerab dibe û ji ber vê jî heta ji destê wan tên hildiberînin û got: “20 sal in vî karî dikim. Berhaman em çêdikin. Dayika min jî bi salan bi vî karî re debara dikir. Ji ber temenê wê mezin bû êdî nedikarî kar bike. Ji ber vê ez li cihê wê rûdinim. Rojên bazar tunebe em li malê li ser sîparîşan karê xwe didomînin. Me rojên zehmet derbas kir lê me serî netewand. Ji bo em hewcedarê kesî nebin em bi salane dixebitin. Em her cureyê berhemên organîk çêdikin. Ava firingî, îsota hûr, tarhane me heye. Em hem paqij çêdikin hem jî di alî tenduristiyê de gelek baş e."
 
‘Em nikarin debara xwe bikin’
 
Zekiyeyê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Di bêrîka kesî de pere tune. Tu nirxa pere nemaye. Em nikarin debara xwe bikin. Em kirê didin. Başe ku ev bazar heye, em bi saya vê dikarin tiştekî bibin mala xwe.”
 
‘Em bi piştevaniya jinê kedê didin’
 
Şeval Heçuyumaz jî balkişand ser betaliyê û got ew hefteyê du rojan tê bazarê û got: “Ez şîrînahî û pateyan çêdikim û difroşin. 6 meh in em wisa berdewam dikin. Ev kar ji bo min gelek baş bû. Em pereyê xwe qezenc dikin û ev hêzê dide min. Em jin xurtin. Em bi piştevaniya jinê li vir kedê didin. Ji ber ku em hemû kedkdarin. Divê hemû jin tevlî hilberînê bibin.”
 
‘Xurtbûna jinê gelek girîng e’
 
Sîbel Kutuk ya 40 salî jî 4 meh in tê bazarê û li gel zanîngeh qedandiye jî bê kar maye û got: “Ez çay û kahweyê difroşim. Em gelek pere qezenc nakin lê qet nebe em dikevin nava civakê û em li ser piyên xwe disekinin. Gelek girîng e ku jin tevlî hilberînê dibin. Rayedar dibêjin krîz tune. Lê ne ew, em krîzê dijîn.  Berê me bi çewalan tişt digirt. Lê niha em nîv kîlo digirin. Ev bi rastî jî tabloyeke ne baş e. Her kes perîşan bûye. Divê demildest çareseriyek bê dîtin."
 
Şîrîn Derîn jî wiha got: “Ez patîle çêdikim. Mûçeyê teqawîtbûnê têr nake û ji ber vê ez vî karî jî dikim. Ez bi vî awayî piştgiriyê didim zarokên xwe. Em hewcedarê kesî nabin. Ji ber vê jî kêfxweşim. Aborî gelek xerabe. Kes nikare tiştekî bigire. Em tiştên erzan digirin.  Divê ev pirsgirêk demildest bê çareserkirin.”