Jin dixebitin, bazirgan qezenc dikin: Ne sîgorte heye ne pere

  • 09:02 27 Çile 2020
  • Ked/Aborî
Safiye Agalaş
 
ÎZMÎR - Jinên di serayê de dixebitin, tevî hemû zor û zehmetiyan têkoşîna jiyanê didin. Halîse Çerî ku 20 sale karkeriya çandiniyê dike wiha got: “Hilberîner, karker qezenc nake, bazirganên navberê qezenc dikin. Çûyîna nexweşxaneyê jî ji bo me lûks e.”
 
Jinên li gundê Degîrmendere ya navçeya Menderes a Îzmîrê dixebitin diyar kirin ku havînan di karê xwe de zivistanê jî bi pere di serayan de dixebitin. Jinan diyar kirin ku tevî seranserê rojê dixebitin, heqê keda xwe nagirin, bê ewle tên xebitandin û nexweşxane jî ji bo wan lûks e.
 
‘Her tim kar tune ye’
 
Jina bi navê Halîse Çerî 20 sale karkeriya çandiniyê dike. Xizmên wê jî wek wê karkeriya çandiniyê dikin. Sê keçên Halîseyê hene û ji bo wan bide xwendin, karkeriya çandiniyê dike. Halîseyê diyar kir ku li ser erdan gelek zehmet e û wiha got: “Çi kar hebe em dikin. Em eşêfê dikin, marûlan diçînin û radikin. Di hinek mehan de em 4 rojan diçin kar hinek mehan jî 8 rojan. Her tim kar tune ye. Lê em neçarin bixebitin. Em hewl didin zarokên xwe bidin xwendin. Ji bo pêşeroja wan em neçarin bixebitin.”
 
‘Pereyê em digirin têr nake’
 
Halîseyê destnîşan kir ku pereyê digirin têr nake, lê lêçûna zarokên xwe derdixin û ev tişt anî ziman: “Em pereyê otobusa zarokên xwe derdixin. Heta êvarê zarokên me li dibistanê birçî dimînin. Em nikarin pereyê nan bidin wan. Ji ber kar tune ye. Ji ber em nikarin qezenc bikin, em nikarin bidin zarokên xwe jî. Ger kar hebe em dikin. Lê kar tune ye.”
 
‘Bazirgan qezenc dikin’
 
Halîseyê daxuyakirin ku hilberîner û karker beramberê keda xwe nagirin û wiha dawî lê anî: “Hilberîner hildiberînin, lê bazirgan qezenc dikin. Bazirgan dema tê mal bi 20 kuruşan digire. Dibe bi 5 lîre an jî 6 lîre difroşe marketan.Yanî tiştek nayê qezenckirin. Mirov tenê deyndar dibe. Navbera mala me û dibistanê 2 kîlometre ye. Ji ber vê serwîs nayê. Zarokên me jî sibehê hewl didin bigihêjin otobusê. 40 deqe rê dimeşin. Em nizanin wê saetê zarokên me bi çi re tên rû hev. Em neçarin biçin kar. Ez dibêjim gelo zarokê xwe bibim dibistanê an jî biçim kar? Em tên kar. Lê qezenca me jî têrî tu tiştekî nake. Em ji xwe nikarin biçin bazarê. Em li baxçeyê xwe sebze diçînin. Rewşa aborî têrî çi bike em wî dixwin.”
 
‘Em nikarin hewcedariyên sereke jî bigirin’
 
Fîlîz Çerî jî 26 salî ye û piştî dibistana seretayî diqedîne, dest ji dibistanê berdide û got: “Ez karkeriya çandiniyê dikim. Havînê em di serayên xwe de dixebitin. Zivistanê jî li ser erdên kesên din dixebitin. Tevî hemû zor û zehmetiyan em neçarin debara xwe bikin. Em nikarin tu tiştî li gorî dilê xwe bigirin. Her tişt biha ye. Em hewcedariyên xwe yên sereke jî nikarin bigirin. Rojaneya me gelek kêm e . Em bê sîgorte dixebitin.”
 
‘Qezenca me lêçûna nexweşxanê dernaxe’
 
Dayika 4 zarokan Gulîstan Çerî jî bi lêv kir ku ji bo zarokê xwe bide xwendin neçare bixebite û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em di karê xwe de baş qezenc nakin. Ji ber vê em diçin karê kesên din dikin. Em qet nasekinin. Lê tevî vê di destê me de tiştek tune ye. Em bê sîgorte dixebitin. Gelek pirsgirêkên min yên tenduristiyê hene. Em nikarin biçin nexweşxaneyê jî.Pişta min de fitiq heye. Havînê ji ber germê em pirsgirêkan dijîn. Ji ber pirsgirêkên tenduristiyê em biçin nexweşxanê vê carê pereyê em qezenc dikin têrî lêçûnan nake. Em nikarin biçin nexweşxaneyan jî. Yanî nexweşxane êdî ji bo me lûks e.”