‘Ji bo aboriya serbixwe yekitiya jinan şert e’

  • 09:09 26 Çile 2020
  • Ked/Aborî
Berîtan Canozer- Medya Uren
 
AMED - Mîne Bozdag, ligel zanîngeh qedandiye jî nikare li gorî beşa xwe kar bike û niha di firoşgeha sabûn û qolanyayê de dixebite. Mîne, diyar kir ku ji bo aboriyeke ser bixwe divê yekitiya jinan pêk bê û divê gel bêtir piştgiriyê bide esnafên biçûk.
 
Bi qeyrana aborî ye re her ku diçe li Tirkiyeyê hejmara jinên bêkar zêdetir dibe. Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkên Tirkiyeyê (TUÎK) di tebaxa 2018’an de ji sedî 32,9 û di tebaxa sala 2019’an de jî bû 42,6. Li gorî daneyên ÎŞKÛR û TUÎK'ê hejmara jinên bêkar ji sedî 22,8 li gorî sala borî zêdetir bûye. Polîtîkayên tên meşandin dibe sedema zêdebûna hejmara bêkariya jinê. Jina bi navê Mîne Bozdag zanîngeha Dîjleyê beşê karsaziyê qedandiye lê bi salan bê kar ma. Mîne niha bi çend hevalên xwe re kargeha sabûnan vekir û hewl dide debara xwe bike. 
 
Firoşgeha Mîneyê li ser rêya Gaziya a li navçeya Sûrê ya Amedê ye. Her wiha di firoşgeha xwe de ji bilî sabûnê lîf, şeh, qolonye û pêşmalka serşûyê ên ku bi destan tê çêkirin tên firotin. Di firoşgeha Mîneyê de tenê hilberînên jinan hene. Mîne Bozdag bal kişand rewşa jinê a qada kar û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Li Tirkiyeyê qada ku jin bixebitin her ku diçe kêm dibin û jin ji qada kar û hilberînê tên dûrxistin. Bi hezaran jinên ku zanîngeh qedandine bê kar dimînin û ewlehiya wan ya aborî tune ye. Di dema xwendinê de em tengezariyeke cuda dikişinin û dema em xwendinê diqedînin jî vê carê di kar dîtinê de em zehmetiyê dijîn. Bi taybet jin di vî alî de bêhtir zehmetiyan dikişinin. Ez demek dirêj bê kar mam, îro ji ez bi mûçeya asgarî vê firoştgehê de dixebitim. Bi mûçeya asgarî xebat gelek zehmet e û lê ji ber şert û mercên heyî em neçarin ku bixebitin. Gelek xebatkar jî beramberî keda xwe mûçeya xwe nagirin.”
 
‘Em jiyaneke hevpar li pêş dixin' 
 
Mina bal kişand ser rêbaza xebatê û diyar kir ku jin li vir jiyana komînal didin meşandin û wiha got: "Her jin bi tiştekî cuda re hilberînên xwe pêşkêş dike û bi hevparî firoştgehê temam dikin. Berhemên ku li firoşgehê tên firotin bi keda destê jinê hatiye çêkirin. Jinên ku dixwazin debara mala xwe bikin berhemên xwe tînin li vir û em jî difroşin. Ez dikarim weke mînak dayika 60 salî a ku lîfan çêdike dikarim bidim. Dayika 60 salî bi çêkirina lîfan neviyên xwe xwedî dike. Dema em jî wan tiştan difiroşin qala çîroka çêkirina berheman jî dikin. Karê me tenê li vir ne firotin e em jiyaneke hevpar li pêş dixin. Her wiha ji bo aboriyeke serbixwe divê yekitiya jinê pêş bikeve."
 
Ji bo nexweşiyan ji dibin çareserî
 
Mîne di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser hilberîna sabûnê û wiha got: "Sabûnên ku em difroşin bi dest hatine çêkirin û feydeyê van sabûnan jî gelek in. Li dijî egzema, weşana porê û hişkbûna rû em dikarin van sabûnan pêşniyar bikin. Madeyên kîmyevî gelek caran dibin sedema nexweşiyan jî. Divê em xwe ji tiştên ku madeyên kîmyevî hene xwe ji dûr bixin."
 
Mîne di dawiya axaftina xwe de got ku li dijî ji kar dûrxistina jinê divê jin ji hilberînê dûr nekevin û wiha axivî: "Her wiha mijara ji bo me girîng jî kesek esnafên biçûk nafikirin û berê xwe didin cihên mezin û maxazeyên mezin danûstandinan dikin. Divê gel piştgiriyê bide esnafên biçûk û danûstandinê xwe li vir bikin. Divê em piştgiriyê bidin hev du."