15 kes bi 2 hezar TL dijîn: Em di bin sînorê birçîbûnê de dijîn

  • 09:03 24 Çile 2020
  • Ked/Aborî
WAN - Malbatê ji 10-15 kesî pêk tên û di bin mûçeyê asgarîyê de debara xwe dikin û nikarin hewcedariyên xwe yên sereke jî bigirin. Jinan bertek nîşanî gotinên hikûmetê yên ‘krîz tune ye’ dan û gotin: “Em vî pereyî ji mutbexê re an jî ji cil û bergan re veqetînin? Agahiya wan tune ku gel birçiye, tî ye.”
 
Mûçeyê asgarî yê sala 2020’an wek 2 hezar û 324 TL hat diyarkirin. Sendîka û konfederasyonan bertek nîşanî mûçeyê asgarîyê dabûn. Ji aliyê hikûmetê ve ev mûçe wek mizgînî hatibû dayîn.
 
Li Tirkiyeyê malbatên ku ji 10-15 kesî pêk tên hene. Ev malbat bi mûçeyên asgarîyê nikarin hewcedariyên sereke jî bigirin. Jinên Wanê bertek nîşanî rewşê dan û diyar kirin ku ji bo jiyana xwe bidomînin di nav zor û zehmetiyê de dijîn.
 
‘Em di bin sînorê birçîbûnê de jiyana xwe didomînin’
 
Halîme Şahîn diyar kir ku di bin sînorê birçîbûnê de jiyana xwe didomînin û wiha berdewam kir: “Hevjînê min ajokarê serwîsa zarokan e. Pereyê qezenc dike, nîvê wê li wesayîtê diçe. Em 9 kes in. 6 heb diçin dibistanê. Lêçûna wan qet ez hesab nakim. Lê ya malbatê? Em bi xurekên ku me havînê çêkiribûn, rojên xwe derbas dikin. 10 roje gaza ocaxa me qedyaye. Ji ber pere tune ye em nikarin tije bikin.”
 
‘Têr ji rewşa birçiyan fêm nake’
 
Halîmeyê destnîşan kir ku krîz kûr dibe û hikûmet jî înkar dike û got: “Ew li cihê xwe rûniştiye. Her tiştî wî li pêş wî ye. Zikê wî ne birçî ye. Têr ji rewşa birçiyan fêm nakin. Ne xema wî ye ku gel birçiye, têr e.”
 
‘Zarokê min rojê 15 TL qezenc dike’
 
Guler Erdal jî bertek nîşanî zema tê kirin da û got: “Zarokekî min dixebite. Rojê 15 TL qezenc dike. 5 TL ji xwe heqê riya wî diçe. Zarokekî min astengdar e. Weqf ji bo wî 400 TL dide. Em 200 TL ji bo lêçûna wî bi kar tînin.”
 
‘Em 15 kes bi 2 hezar TL dijîn’
 
Ayla Erdem jî got malbata wan ji 15 nifûsî pêk tê û got: “Ev malbat hewl dide 2 hezar TL bijî. Em nîvê mehê birçî derbas dikin. Gelo em vî pereyî ji bo mutbexê, cil û berg an jî sotemeniyê veqetînin? Em ji bo çi veqetînin şaş dimînin.”