‘Dewletê mirov hewceyî pariyek nan kir’

  • 09:10 22 Çile 2020
  • Ked/Aborî
Fîlîz Zeyrek
 
EDENE - Jinên ji ber krîza aborî dest vala ji bazaran vedigerin, diyar kirin ku kesên krîzê înkar dikin divê êdî pêngavekê biavêjin û gotin: “Dewletê mirov hewceyî pariyek nan kirine. Li ser zemê, zem tê kirin. Welat hatiye asta têkçûnê.”
 
Serokomar Tayyîp Erdogan daxuyaniyên weke ‘Niha em dema îhyayê dijîn. Krîz filan tune ya ha. Bi van bawer nekin, ev hemû manîpulasyon in, ligel me krîz filan tune’, da. Her wiha wezîrê aboriyê jî der barê ku krîz qediyaye de daxuyanî da. Yên desthilatdariyê îdia dikin ku krîz tune ye, lê jinên raste rast ji krîzê mexdûr bûne, ji bazaran dest vala vedigerin.
 
‘Derûniya me xera bû’
 
Fatma Akta diyar kir ku yên dibêjin aborî sererast bûye agahiya wan ji rewşa gel tune û wiha got: “Ew ne mecbur in biçin bazaran û hewcedariyên malê bigirin. Bila bên li me binêrin. Ez li tezgahan dinêrim û dest vala vedigerim. Mirov nikarin tiştekî bigirin. Ez bang li rayedaran dikim. Ev xizan wê ji birçîna bimrin. Dolabên me vala ne. Ew maeşên xwe digirin û xizan rezîl dibin. 7 zarokên min hene. Min du mehan carê 550 TL, salê du caran 200 TL alîkarî digirt. Lê ew jî birîn. Em nizanin çi bikin. Ez neçar mam zarokan jî ji dibistanê bigirim. Av, ceyran gaz her diçe zêde dibe. Me nanê gel digirt ew jî zêde bû. Ji ber pirsgirêkên aborî derûniya me xera bûye.”
 
‘Gel kirin hewcedarê nan’
 
Ayşe Alîş jî destnîşan kir ku pirsgirêka hevpar a gel betalî û xizanî ye û desthilatdarî vê ji nedîtîve tê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dewletê em hewcedarê nan kirin. Ew pereyê mezin digirin. Lê dor tê me, 2 hezar û 300 têr dibînin. Yên ku vî pereyî nagirin jî hene. Gelo wê ew çi bikin? Sal bi sal rewşa me xerab dibe. Em teqawîti n, em 2 hezar TL digirin. Em didin av, ceyran û sotemeniyê, tiştek namîne.”
 
‘Pêşeroja ciwanan tune ye’
 
Fîkriye Kocaba diyar kir ku Erdogan li şûna ciwanan teşwîqê zewacê bike, bila pêşerojekê amade bike û got: “Çima ciwan nazewicin? Pere tune, pêşeroj tune. 5 zarokên min hene ez nikarim yekî di van şertan de bizewicînim. Zikê me têr nabe. Ez bi 300 TL pere hatim bazarê lê nikarim tiştekî bigirim. 4 xwendekar hene. Wê çawa be em nizanin.”
 
Hacer Varli destnîşan kir ku ew bi mûçeyê teqawîtbûnê debara xwe dike û got ji bo mûçeyê wan zemnayê kirin û divê şert û mercên aboriyê bên başkirin.
 
Ayşe Bayram jî got alîkariya ji saziya civakî digirtin hatiye birîn û wiha dawî lê anî: “Zarok bê pere diçin dibistanê. Me pêlav jî negirtine. Mûçe têr nake. Derûniya me xera bû. Kar tune, pere tune. Her roj zem tê kirin. Gelo wê heta ku derê wisa biçe.”