Esnafên Bazîdê: Em bi 10 TL'yî vedigerin malê

  • 09:08 21 Çile 2020
  • Ked/Aborî
AGIRÎ - Li Bazidê esanafên ku li dijî krîzê hewl didin li ser piyan bisekinin, diyar kirin ku sedema krîzê butçeya ji bo şer hatiye veqetandinê ye û diyar kirin ku ji ber betaliyê kes nayê dan û standinê û gotin: “Agirî veguherî bajarî mirî. Em bi 10 TL vedigerin malê.”
 
Ji ber krîza aborî esnaf jî bi bandor bûn û bi hezaran esnafî di dema dawî de kepengên xwe girtin û yên hîna dukan negirtine jî di şert û mercên zehmet de dema xwe derbas dikin. Esnafên Pasaja Saman a navçeya Bazida Agiriyê, pirsgirêkên dijîn vegotin.
 
Rojane 10 TL qezenc dikin
 
Emîne Aktaş ya bi xweşika xwe re ev sê sale dukana kuafurê vekiriye, diyar kir ku li gorî salên borî hejmara muşteriyan kêm bûye û got: “Em bi 10 TL vedigerin malê. Pêdiviyên xwe yên ku me bi 15 TL pêşwazî dikirin em niha bi  30 TL digirin. Her tişt duqat sêkqatê xwe buha bûye. Muşteriyên tên jî biha zêde dibînin û ji bo nanê xwe em neçar dimînin ku erzan bixebitin 
Em rojane bi 10 TL qezenc vedigerin malê.”
 
‘Ez tenê li zarokên xwe dinêrim’
 
Yildiz Demîrcî ya ku cil û bergên gelerî difroşe, li sê zarokên xwe dinêre  got ji be kirêya dukanê jî zehmetiyan dikşîne. Yildizê wiha got: “Em li vir esnafiyê dikin. Kirê, av, ceyran me dide zorê. Yek ji pirsgirêka herî girîng ya Agiriyê, tunebûna atolye û fabrîkayan e. Min dest ji hevjînê xwe berdaye. Tenê têkoşîna jiyanê didim. Carna dibêjim ku zarokên xwe jî ji dibistanê bigirim. Qezenca me ya mehane 300-400 TL ye.”
 
‘Divê ji bo krîzê çareserî bê dîtin’
 
Jina bi navê Zulfînaz Îrîklî ya terziye, zarokên xwe jî digire cem xwe û dixebite. Zulfînazê bi lêv kir ku ji ber li bajar kar tune, hevjînê wê çûye derve dixebite û got: “Zarokên min li dukanê perîşan dibin. Vê sermayê ez wan tînim cem xwe heta êvarê. Divê ji vê krîzê re demildest çareseriyek bê dîtin.”
 
‘Şer û koçberiyê krîz afirand’
 
Menekşe Îsenç jî li pasajê paqijiyê dike û bi lêv kir ku kar tune û got: “Agirî ji ber betaliyê veguheriye bajarê mirî. Esnafên Agiriyê deyndar in, qezenca wan tune. Zivistanê zehmet e. Ji ber şerê tê jiyîn koçberiyê jî dest pê kiriye. Li marketan poşet jî bi pere tê firotin. Em nikarin biçin dan û standinê bikin.”
 
‘Şer bandorek mezin li ser gel kir’
 
Pinar Sokmen ku ew jî terziye, destnîşan kir ku qezenca wan têrî wan nake û wiha dawî lê anî: “Ez dixwazim di pîşeya xwe de pêş bikevim. Lê krîza aborî heye. Herî zêde jin bi bandor dibin. Em têkoşîna jiyanê didin. Bi taybet êrîşên li hember Rojava bandor li ser me kir. Qezenca me ya rojane herî zêde 15 TL ye.”