Bi krîza aborî re keda jinê jî nayê dîtin

  • 09:05 20 Çile 2020
  • Ked/Aborî
Habîbe Eren
 
ENQERE - Sekretera Giştî a Jinan a BES’ê Banu Aykaç diyar kir ku kedkar xizanî, newekhevî û mobîngê ji ber betaliyê qebûl dikin û got jin di pêvajoyên krîza aborî de zêdetir şîdetê dibînin û keda jinê di vê pêvajoyê de zêdetir nayê dîtin.
 
Krîza aborî her diçe giran dibe û girêdayê vê jî xizaniya jinan û bûyerên întîxarê jî zêdetir dibin. Sekreta Giştî ya Jinan a Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) Banu Aykaç der barê bandora krîzê ya li ser jinan nirxandin kir.
 
‘Derveyê qeydan tên xebitandin’
 
Banuyê da zanîn ku kapîtalîzma serdest li her derê û di her qada jiyanê de ji bo jinan newekhevî afirandiye û ji ber vê jî krîz jinan zêdetir xizan dike û got: “Di piyasaya hêza kar de jin li derveyî qeydan, bê ewle tên xebitandin. Lê dema ku krîza aborî jî zêde bû, jin zêdetir xizan dibin. Ji bo sermayeyê jin hêza kar a erzan e û dikarin zû dest jê berdin. Di rewşên krîzê de ewil jin ji kar tên avêtin.”
 
Banuyê bi lêv kir ku mekanîzmayên parastinê ji bo jinê tu car pêk nayên û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Fona sîgorteya betaliyê hatiye talankirin. Bûye wek qaseya desthilatdarî û sermayeyê. Jin di demên krîzê de wek hêza kar a erzan tên dîtin, bi pereyekî kêm tên xebitandin û di şertên koletiyê de tên xebitandin. Bi taybet jî jinên li malan dixebitin.”
 
‘Wek şîdet li jinan vedigere’
 
Banuyê destnîşan kir ku krîza aborî di her qada jiyanê de serdestiya mêr xurt dike û keda jinan a ku nayê dîtin jî di pêvajoyên wisa de zêdetir nayê dîtin. Banuyê ev tişt bi lêv kir: “Krîz herî zêde bandorê li mutbexan dike. Li mutbexan êdî tiştek nayê çêkirin. Mêrên ku di debara malê de zehmetiyan dikşînin jî kerbên xwe di serê jinan re derdixin.”
 
Banuyê bal kişand ser polîtîkayên şer û got jinên penaber jî ku wek hêza kar a erzan tên dîtin, ji krîza aborî bi awayekî giran bandor dibin û wiha dawî lê anî: “Sala borî me komxebateke kedê ya jinan pêk anî. Me tespît kir ku bikaranîna antîdepresanan ji aliyê jinên kedkarên qada cemaweriyê, zêde bûye.”