‘Encama krîza aborî, kaosa civakiye’

  • 10:26 19 Çile 2020
  • Ked/Aborî
Berîtan Canozer
 
AMED - Rêvebera HDP’a Amedê Şîlan Kan, diyar kir ku operasyonên leşkerî bandorek mezin li ser krîza aborî kirine û got: “Aborî niha têk çûye. Şer, krîza aborî û krîza siyasî bandorek mezin li ser psîkolojiya civakê dike. Tu hişyarî û pêşniyarên me li ber çavan nayên girtin.”
 
Rêvebera HDP’ê ya Amedê Şîlan Kan, bal kişand ser krîza aborî, betalî û întîxarên ji ber vê tên kirin. Şîlanê bandora operasyonên leşkerî ya li ser krîza aborî û bandora krîzê ya li ser civakê vegot.
 
Şîlanê destnîşan kir ku li Tirkiyeyê aborî herî zêde ji ber operasyonên leşkerî hatiye asta têkçûnê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rewşa niha ya aboriyê, Tirkiye 30 sal şûnde biriye. Pereyê li şer xerc dikin ji bêrika gel digirin. Serokomar dibêj e ‘hun dizanin guleyek bi çiqasî ye’. Erdogan bi vê axaftian xwe agahî dabû ku wê krîz kûr bibe. Hemû kesî dît ku piştî vê pêvajoyê hemû pere ji şer re tê ragîhandin. Li cihê ku demokrastî tunebe, çarçoveya aboriyê jî li gorî şer tê ava kirin û îro jî li Tirkiyeyê em dibînin ku şer krîza aborî girantir dike. HDP ji bo pêşî li vê bê girtin bi dehan carî hişyarî kir.”
 
‘Tabloyeke bi êş e’
 
Şîlanê bi lêv kir ku wê krîza aborî bi xwe re kaosa civakî jî bîne û got aborî têk çûye. Şîlan wiha pê de çû: “Tu bangên HDP’ê li ber çavan nehat girtin. Krîz bandorek mezin li ser psîkolojiya gel dike. Her diçe întîxar zêde dibin. Gel xizan dibe. Lê di destê çapemeniyê hewl didin krîzê veşêrin. Yên behsa krîzê dikin xayîn tên îlankirin. Gotina ‘krîza aborî heye’ gotinek ecip nîne, tabloyeke bi êş e. Encama krîza aborî kaosa civakiye. AKP jî ji bo hebûna xwe biparêze, şer gûr dike. Lê AKP hatiye dawiyê.”