Li Îzmîrê herî kêm 74 karker bûn qurban

  • 16:30 18 Çile 2020
  • Ked/Aborî
ÎZMÎR - Li gorî rapora Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) a Îzmîrê di sala 2019'an de herî kêm hezar û 736 karker jiyana xwe ji dest dane û li Îzmirê jî herî kêm 74 karkeran jiyana xwe ji dest dan. 
 
Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) a Îzmîrê rapora 2019'an a Îzmîrê amadekirin. Meclîsa ÎSÎG'ê li Baroya Îzmîrê bi daxuyaniyeke çapemeniyê aşkera kir. Endamên Meclîsê li salona Baroyê pankarta “Ne qeza ye cînayet e, dema em kar dikin em naxwazin bên kuştin" berz kirin.  Serokê Baroya Îzmirê Prz. Ozkan Yucel, Seroka Partiya Kedê ya Îzmîrê Emîne Uyar û gelek kesên din tev li civînê bûn. Li ser navê Meclîsa ÎSÎG'ê ya Îzmîrê Prz. Dîlek Guzel axivî.
 
Dîlek, destnişan kir ku bi hincetên krîza aborî heye, xebata bê ewle, bê qûral pêş dixin û wiha got: "Şert û mercên karkeran bêtir xera dikin. Keda mirovan bê qîmet dikin. Li gorî salek berê 300 hezar karker tevlî karkerên bê sîgorta bûne. Her ku diçe sînorê xizanî û betaliyê zêde dibe. Bi sedan karker dibin qurbana cînayetên kar. Di van şertan de ne ji bo karker bijîn dixebitin, ji bo bixebitin dijîn. Di sala 2019'an de li Tirkiyeyê herî kêm hezar û 736 karker bûn qurban. Li Îzmîrê jî herî kêm 74 karker bûn qurbana kar. Ji 74 karkeran 2 jê jin, 72 mêr bûn. Di nava wan de 2 karker zarok û 5 karker jî penaber bûn."