Dê kedkarên tenduristiyê di 8'ê Adarê û di 17'ê Nîsanê de li qadan bin

  • 16:36 17 Çile 2020
  • Ked/Aborî
AMED - Rêxistinên tenduristiyê, diyar kirin ku ger ji bo qedandina tundiyê gavên berbiçav û şênber neyin avêtin ew ê têkoşîna xwe bidomînin û di 17'ê Nîsanê "Roja Pêşîlêgirtina Tundiya Tenduristîyê" de rojekê çalakiya berdana kar, li dar bixin.
 
Odeya Bijîşkên Amedê (DTO), Şaxa SES’ê ya Amedê, Odeya Hekîmên Dirana ya Amedê û Komeleya Pisporên Xebatên Civakî ya Amedê (SHU-DER) bi boneya balê bikişîn in ser pirsgirêkên xizmeta tenduristiyê, li avahiya DTO’yê daxuyanî dan çapemeniyê. Hevseroka SES'ê Gonul Adibelli daxuyanî da. 
 
'Kesên ku tundî kirin hatin xelatkirin'
 
Gonulê da zanîn ku tundiya li ser gel her ku diçe zêde dibe û wiha got:"Xebatkarên tenduristiyê yên ku dema dixebitin bi heqaret, tundî û bi gefan rû bi rû dimînin tu ewlehiya wan tune ye. Di heman demê li vî welatî kesên ku tundiyê pêk tînin tên xelatkirin. Li welatên ku pêş ketiye xizmeta tenduristiyê jî pêş ketiye. Li welatên pêşketî kesên ku tundiyê dikin tên cezakirin. Em ê li dijî tundiyê û bêedaletiyê  di 8'ê Adarê û di 17'ê Nîsanê de li qadan bin."